Gerîlayê HPG’ê Metîn Kaçar (Botan Xemo) ê di şerê li gundê Dêra Marseva ya girêdayî navenda bajarê Colemêrgê de jiyana xwe ji dest da, ber bi rêwîtiya dawî hate oxirkirin.
Cenazeyê wî yê danê sibehê ji aliyê malbatê ji morgê hate girtin, bi zexta polîsan bêyî agahî bidin ti kesan li Goristana Serê Solan hate definkirin.
Her wiha hate gotin ku gerîlayê HPG’ê Azîz Aktaş di heman şerî de ji kemax û milê xwe birîndar bûye û wisa hatiye dîlgirtin.
Hate gotin ku hê dermankirina Aktaş bi dawî nebibû, ew tazî kirin, di hundirê nexweşxaneyê de gerandine.
Hate ragihandin ku êşkence li Aktaş kirine û ew birine Midûriyeta Emniyeta Bajêr.