Li Nisêbînê 22 çeteyên Qesrê hatin kuştin, 2 tank hatin îmhakirin
Di şer û çalakiyên şervanên YPS/YPS JIN’ê yên li Nisêbînê de 22 çete hatin kuştin, 2 tank jî hatin îmhakirin.
Di şer û çalakiyên şervanên YPS/YPS JIN’ê yên li Nisêbînê de 22 çete hatin kuştin, 2 tank jî hatin îmhakirin.
Koordînasyona Giştî ya YPS’ê detayên şerê li Nisêbînê parve kir. Di daxuyaniya YPS’ê de ev hatin gotin:
“24’ê Nîsanê yekîneyên me yên YPS’ê li hember çeteyên Qesrê yên ketin maleke li Taxa Şehîd Gelhat çalakiya sabotajê li dar xistin, li vir 6 çete hatin kuştin, gelek jî birîndar bûn.
25’ê Nîsanê saet 06.30’an tanekeke hewl da ji rêya Çaxçaxê bikeve kolana Kartopû bi çalakiya sabotajê hate îmhakirin. Saet 09.00’an di encama çalakiyên li heman kolanê de wesayîtek zirxî ya Ejder hate derbkirin, kepçeyek jî hate îmahkirin. Dîsa di heman rojê saet 09.30’an de dema tankek ji ser rêya Çaxçaxê dihat bi roketan hate hedefgirtin, tankan hate derbkirin agir pêket. Piştî çalakiyê, tank bi wesayîta barhilgir kişandin. Saet 12.00’an dema wesayîteke zirxî ya Ejder hewl da bikeve taxê ji aliyê yekîneyên me çalakiya sabotajê hate lidarxistin û wesayît hate îmhakirin. Li heman cihî, dema wesayîteke zirxî ya Kobra hewl da bikeve taxê ji aliyê yekîneyên me bi roketan hate hedefgirtin, wesayîta zirxî piştî derb xwarin vekişiya. Piştre wesayîteke kepçe dema hewl da bikeve taxê bû hedefa çekên ferdî yên yekîneyên me û hate derbkirin. Çeteyên hewl dan bikevin maleke din jî bûn hedefa yekîneyên me, li vir 2 endamên JOH’ê hatin kuştin. Di çalakiya li hember çeteyên ku li aliyê nexweşxaneyê hewl dan bikevin malekê de jî 3 çete hatin kuştin. Agahiyên bi detay wê piştre bêne ragihandin. Dîsa di encama çalakiya li hember çeteyên ku bi kepçeyê hewl dan ji ser rêya Çaxçaxê bikevin kolana Kordonê de, kepçeyê derb xwar û vekişiya.
24-25’ê Nîsanê li Taxa Alîka saet ji danê sibehê 04.00’an heta danê êvarî saet 06.00’an şerên dijwar qewimîn. Di encama vî şerî de wesayîtek zirxî ya Kobra û tankek hate îmhakirin. Tankek û 3 wesayîtên zirxî yên Kobra jî hatin derbkirin. Di heman rojê de di çalakiya sabotajê ya li hember çeteyên qesrê yên li rêya Çaxçaxê ya Taxa Dîcleyê ketin malekê de gelek çete di bin xirbeyan de man. Yên nêzî saetekê hewl dan mirî û birîndarên xwe ji bin xirbeyan derxin jî bûn hedefa çekên ferdî. Li vir 8 çeteyên Qesrê hatin kuştin, zêdetirî 10’î jî birîndar bûn. Dîsa li heman taxê di çalakiya li hember çeteyên di hewşên malan re derbas dibin de qasî ku hate zelalkirin 3 çeteyên Qesrê hatin kuştin. Detayên çalakiya ku gelek birîndar jî hene wê piştre bê ragihandin.
Di van şeran de 3 endamên me yên YPS’ê şehîd ketine.
Xeyrî Licê/Serdar Dogan/Dayik: Halîme- Bav: Saît/Cihê Jidayikbûnê: Amed/ Şehadet: 25’ê Nîsanê-Nisêbîn.
Nasnameyên her du endamên me yên din jî wê piştre bêne parvekirin.”