Rayedarên payebilind ên Peşmerge û Heşdî Şabî wê hevdîtinan pêk bînin
Rayedarên payebilind ên Peşmerge û Heşdî Şabî ji bo rawestandina şerên li Xûrmatû, wê îro li Kerkûkê bicivin.
Rayedarên payebilind ên Peşmerge û Heşdî Şabî ji bo rawestandina şerên li Xûrmatû, wê îro li Kerkûkê bicivin.
Li gor agahiyên hatin bidestxistin, îro wê li Kerkûkê civînek bi tevlîbûna Fermandarê Hêza 70’emîn a Peşmergeyan Şêx Cafer Mûstafa, Serokê Tûgayên Bedîr Hadî Amîrî, her wiha Waliyê Kerkûkê Necmeddîn Kerîm jî were lidarxistin.
Hate hînbûn ku wê di civînê de têkîldarî rawestandina şerên li Xurmatûyê gotûbêj bêne kirin.
Di vê civînê de ji bilî pirsgirêkên li Xurmatûyê, wê têkîldarî rizgarkirina bajarokê Beşîr ê ji 2014’an ve di dest DAIŞ’ê de ye jî wê nîqaş bimeşin.