Li Parlamentoya Brîtanyayê civîna dîrokî ya Ocalan
Starta Kampanyaya Ji Ocalan Re Azadî ya di pêşengiya sendîkayên Îngîlîz de bi civînek berfireh ve li Parlamentoya Brîtanyayê hate dayîn.
Starta Kampanyaya Ji Ocalan Re Azadî ya di pêşengiya sendîkayên Îngîlîz de bi civînek berfireh ve li Parlamentoya Brîtanyayê hate dayîn.
Starta Kampanyaya Ji Ocalan Re Azadî ya di pêşengiya sendîkayên Îngîlîz de bi civînek berfireh ve li Parlamentoya Brîtanyayê hate dayîn. Di civînê de li hember tecrîda li ser Ocalan nerazîbûn hatin nîşandan, hate diyarkirin ku azadiya Ocalan wê tevkariyek mezin bi aştiya herêmê bike.
Starta Kampanyaya Ji Ocalan Re Azadî ya di pêşengiya ji sendîkayên herî mezin ên Brîtanyayê Ûnîte û GMB’ê de li Parlamentoya Brîtanyayê hate dayîn. Di civîna duh êvarî odeya komîteyê ya hejmar 10 a li Kamaraya Avam hate lidarxistin de sendîkavan û parlamenter jî tê de gelek kes amade bûn. Di civîna rastî eleqeyek mezin hat de hate diyarkirin ku azadiya Ocalan di serî de Tirkiye, wê tevkariyek mezin bi aştiya Rojhilata Navîn bike.
Di civîna moderatortiya wê Parlamentera Skoçî Natalîe Mc Garry kir de li ser navê GMB’ê Bert Schoûwenbûrg, li ser navê sendîkaya Ûnîte thê Ûnîon Steve Tûrner, li ser navê sendîkaya Ûnîson Stephen Smellîe, dîrektorê navneteweyî yê sendîkaya Ûnîte Sîmon Dûbbîns, Hevserokê Giştî yê DBP’ê Kamûran Yuksek, Parlamentera HDP’ê Dîlek Ocalan û ji kamaraya Lordan Lord Rea axivîn.
Di civîne de li pêş masaya axaftvanan jî pirtûkên Ocalan ên bi zimanê Îngîlîzî hatin rêzkirin.
‘ME TABÛYEK MEZIN ŞKAND’
Dîrektorê Navneteweyî yê Sendîkaya Ûnîte Sîmon Dûbbîns ku demek berê Amed ziyaret kir, diyar kir ku tabûyek mezin şkandine, di parlamentoya Brîtanyayê banga azadiya Ocalan pir girîng e, anî ziman ku ev gav îfadeya destpêka kampanyayek mezin e.
‘MASE QULIBANDIN, WELAT BER BI KAOSÊ ÇÛ’
Parlamentera HDP’ê Dîlek Ocalan bi bîr xist ku Ocalan li Îmraliyê 17 sal in li hucereyek yek kesî ji tevahî mafên xwe bêpar tê ragirtin, diyar kir ku ev saleke ti hevdîtin pê re pêk nehatine. Dîlek Ocalan destnîşan kir ku hevdîtinên 3 salan ên ku dewletê bi Ocalan re kiriye hêviyên mezin dane tevahî gelên Tirkiyeyê, anî ziman ku piştî aliyê Tirk mase qulibandin jî welat ber bi kaosê ve çûye.
‘MANDELA Û OCALAN BERDÊLÊN GIRAN DAN’
Ji sendîkaya GMB’ê Bert Schoûwenbûrg jî peyama serokê kampanyaya Ji Ocalan Re Azadî û serokê berê yê sendîkaya GMB’ê Paûl Kenny xwend. Di peyama Kenny de li ser şibandinên mabeyna Mandela û Ocalan hate rawestandin, hate diyarkirin ku her du jî ji bo azadiya gelên xwe têkoşiyane.
Di peyama Penny de ev hatin gotin: “Abdullah Ocalan ne Nelson Mandela ye, lê di mabeyna wan de şibandinên pir balkêş hene. Her duyan jî ji bo azadiya gelên xwe di lêgerîna azadiyê de bûn. Her du jî ji azadiyên xwe bêpar man û berdêlên giran dan. Hê zêdetir jî Ocalan, rastî tecrîda demdirêj hatin. Her du jî ji ber lêgerîna azadiyê terorîst hatin îlankirin. Di dîroka dirêj a şeran de çareserî tenê bi qebûlkirina çareseriya bi diyalogên mabeyna hemwelatiyên wekhev de pêk tên.”
‘DIVÊ KIRYARÊN DEWLETA TIRK NEYÊN QEBÛLKIRIN’
Li ser navê sendîkaya Ûnîte Steve Tûrner axivî, got wek sendîka bi salan kiryarên li ser Kurdan paşguh kirine û pêwîst e vê nebesiyê sererast bikin, diyar kir ku di êşa Kurdan de Brîtanya xwedî par e û destpêka vê kampanyayê ya ji Parlamentoya Brîtanyayê jî girîng û rast e.
Tûrner ev gotin: “Yek ji aliyan di girtîgehê de be û mafên mirovî yên bingehîn tine têne hesibandin, gelê wî têne qetilkirin, wê demê muzakereyên aştiyê pêk nayên. Divê ev bêne rawestandin. Divê dewleta Brîtanyayê jî rolê bilîze. Divê ev parlamento kiryarên dewleta Tirk qebûl neke.”
‘OCALAN BÛ DENGÊ AŞTIYÊ’
Partiya Sînn Feîn jî peyamekê piştgirî da civînê. Di peyama bi îmzeyên parlamenterên Partiya Sînn Feîn Pat Dowerty, Paûl Maskey, Framîc Molloy û Mîckey Brady de bang li dewleta Tirk hate kirin ku êrîşên li ser Kurdan rawestînin û rê bidin azadiya Ocalan.
GELEK PARLAMENTER TEVLÎ CIVÎNÊ BÛN
Di civîna ku eleqeyek mezin jê re hebû de ji kamaraya Avamê parlamenterên Brîtanyayî Angela Rayner, Jim Shannon, Kelvin Hopkins, Diana Johnson, Dave Anderson, Julie Elliot, Valerie Vaz, Andrew Gwynne, Neil Gray, Tania Mathias, Ruth Smeeth û ji kamaraya Lordan Lord Rea, Lord Hylton, Lord Dholakian û Lord Judd bi tevlîbûnê piştgirî danê.