Li Çewlik, Agirî û Amedê 19 kes hatin binçavkirin
Di encama operasyonên qirkirina siyasî yên bi fermana AKP/Qesrê hat meşandin de li Çewlik, Agirî û Amedê herî kêm 19 kes hatin binçavkirin.

ÇEWLIK
Li Çewlikê polîsan danê vê sibehê avêtin ser avahiyên HDP, DBP, Kurdî-Deri ÎHD, BUO-DER, Egîtîm-Sen û Pirtûkxaneya Rençber Azîz.
Di serdegirtina li avahiya Egîtîm-Senê de, mamoste jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin. Navên 6 kesên hatine binçavkirin bi vî rengî ye: "Îsmaîl Koç, Perîhan Demîr, Nîhat Ogûr, Erkan Kanar, Sedat Seyîthanoglû, Recep Ûs."
Li Komeleya Xwendekaran a Zanîngeha Çewlikê (BUO-DER) jî 9 kes hatin binçavkirin û yên navên wan hatine hînbûn bi vî rengî ye: "Hasem Tîlkî, Baver Damlayici, Jiyan Yakût, Zeynep Atli, Kader Peker."
Kesê bi navê Mujdat Çakmak jî di serdegirtina li mala xwe de hat binçavkirin. Welatiyên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Çewlikê.
AGIRÎ
Li Agiriyê, ji endamên Komeleya Xwendekaran a Çiyayê Agirî (ADO-DER) ên li kolana Cûmhûriyetê ji bo destekkirina Cizîrê stant vekiribûn xwendekar Cahît Ozer û Mûhammet Ogûz hatin binçavkirin. Nayê zanîn polîsan her du xwendekar bi ku ve birine.
AMED
Li taxa Mevlana Halît a li navçeya Amed Rezanê, polîsên tevgera taybet avêtin ser malan û endamê Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Mesût Bagcik binçav kirin. Bagcik bi maşînên zirxî birin Midûriyeta Emniyetê ya Bajêr.