KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li Nisêbînê 14, Şirnexê 6 tîmên taybet hatin kuştin
YPS’ê da xuyakirin ku 3 rojên dawî li Nisêbîn û Şirnexê herî kêm 20 tîmên taybet hatine kuştin. Di daxuyaniyê de nasnameyên 3 berxwedêrên li Nisêbînê jiyana xwe ji dest dane jî hate eşkerekirin. -
Li Qilaban û Çelê çalakî
HPG’ê têkildarî operasyonên li Amed û Bedlîsê agahî dan. Di daxuyaniyê hate diyarkirin ku gerîlayekî ku li Bedlîsê bi birîndarî ketibû destê artêşa TC’yê, ji aliyê leşkerên Tirk ve hatiye qetilkirin. -
Li Şirnexê yek jê serpel 2 çeteyên Qesrê hatin kuştin
Li gor agahiyên çapemeniya Tirk, di şerê îro de yek jê serpel 2 çeteyên Qesrê hatin kuştin. -
Ji lîstikvanê Amedsporê Denîz Nakî kampanya ji bo Sûrê
Lîstikvanê Amed Sporê Denîz Nakî dest bi kampanyayekê kir û dixwaze bi firotina formayên tîma xwe ji bo hevkariya bi xelkê Sûrê re hin alîkariyan bike. -
Dewleta Tirk 2 tank da çeteyan!
Ceyş El Siwar (Artêşa Şoreşgeran) da xuyakirin ku desteka dewleta Tirk a ji bo çeteyan dewam dike; 2 tank teslîmî çeteyên Tûgaya Sûltan Mûrat hatine kirin. -
'Li başûrê Mexmûrê 200 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin'
Li gorî daxuyaniya artêşa Iraqê, di operasyona duh a li navçeya Mûsil Mexmûrê de gundek hat azadkirin, 200 çeteyên DAIŞ'ê jî hatin kuştin. -
KONGRA-GEL: Di 1'ê Gulanê de em Tekoşîna xwe mezin bikin
Hevserokatiya KONGRA GEL bi wesîleya 1'ê Gulanê Roja Yekîtî, Piştgirî û Têkoşînê daxuyaniyek weşand. -
Li Nisebînê berxwedan di roja 46’de ye
Li Nisebînê ev 46 roj in şerekî dijwar diqewime, tax bê navber tên bombekirin. -
Hevseroka DBP'ê ya Tûşbayê Aydin hat binçavkirin
Li Wanê çeteyên Qesrê bi ser avahiya DBP'ê ya Tûşbayê û mala ku Hevseroka DBP'ê ya Tûşbayê Harîka Ûyar Aydin lê mêvan bû de girtin. Di serdegirtinê de Aydin hat binçavkirin. -
Elhaman a 76 salî ya di bin wesayîta zirxî de ma, hat definkirin
Hatûn Elhaman a 76 salî ya duh li Kolana Gevranê ya Amedê dema xwest derbasî wî aliyê rê bibe di bin wesayîta zirxî ya polîsên Tirk de ma, hat definkirin. -
Li Şirnexê şer û tevgera ambûlansan
Li Şirnexê ku berxwedana xwerêveberiyê di roja 45. de ye, bomberdûman û şer ji duh bi şev heta danê sibehê bi dijwarî dewam kirin. Gelek ambûlans çûn cihê şer. Tevgera hewayî jî dewam dike. -
YPG'ê cenazeyê leşkerê Rûs ji DAIŞ'ê stend
Cenazeyê leşkerê Rûs ê li Palmîra (Tedmûr) ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hat kuştin, ji aliyê hêzên YPG'ê ve ji destê çeteyan hat derxistin. -
'Ji bo aştî û demokrasiyê em di 1'ê Gulanê de dakevin qadan'
Hevseroka Şaxê 1. a Egîtîm-Sen a Amedê Hava Karahanci bang li hemû hêzên demokrat kir, ku ji bo bilêvkirina daxwazên maf û aştiyê di 1'ê Gulanê de dakevin qadan. -
Hevşaredarê Erdîşê Çagan hat binçavkirin
Operasyonên qirkirina siyasî yên li hemberî Şaredariyên DBP'yî didomin. Herî dawî Hevşaredarê Erdîş a Wanê Abdurrahman Çagan hat binçavkirin. -
Li Nisêbînê bomberdûmana giran
Li Nisêbînê, ku 46 roj in derketina derve qedexe ye, hêzên dewleta Tirk taxên Firat, Abdulkadîrpaşa, Zeynelabîdîn û Kişla bi dijwarî bombe dikin. -
Çeteyên li Til Rifatê birîndar bûn sewqî Kîlîsê hatin kirin
Di şerê navbera çeteyên qaşo koalîsyona Sûriyeyê û YPG/Ceyş El Siwar ên li Til Rifat, Eyn Deqne, Bilelon, Minix û Biradê bi dehan çete hatin kuştin. Çeteyên birîndar jî ji bo tedawiyê sewqî Kîlîsê hatin kirin. -
Nameyên ji nava paketên alîkariyê yên ji Cizîrê re hatin şandin derketin
Nameyên ji nava paketên alîkariyê yên ji bo Cizîrê hatin şandin derketin, nîşan didin ku Kurd çiqasî bi hesreta welat in û bi dostan piştgiriya hev dikin. -
Çavdêriyên ji Xurmatû
Em li navçeya eyaleta Selahaddîn Xurmatû ne, ku bi şer ketiye rojevê. Navçeya ku Tirkmen jê re Dûz, Kurd jî dibêjin Xurmatû, navê wê yê temamî Dûzxurmatû ye. -
Tevgera Azadî: Xurmatû winda bike, Başûrê Kurdistanê wê winda bike
Tevgera Azadî malbatên Kurd ên xizmên wan di şerê li Xurmatû de jiyana xwe ji dest dan ziyaret kir û li ser encamên qewimînên li navçeyê daxuyaniyek da çapemeniyê. -
Gerîlayê HPG’ê Polat û Akgobek bi awayekî girseyî hatin oxirkirin
Muslum Akgobek ê li navçeya Hezexê jiyana xwe ji dest dabû, li navçeya Pirsûsê, geriîlayê HPG'ê Umut Polat jî li navçeya Gîyadînê ya Agirî bi girseyî hatın oxirkirin. -
Li Wanê li hember wesayîta polîsan çalakî
Li Taxa Xaçort a navçeya Îpekyolû ya navenda Wanê teqînek dijwar pêk hat. Hat diyarkirin ku teqîn di dema derbasbûna wesayîta polîsan de qewimiye. -
Çeteyên Qesrê li Geverê hilweşandinê didomînin
Li Geverê ya gotin ku “operasyon lê bi dawî bû”, di serdegirtinên malan ên bi tank û wesayîtên zirxî de, di bin navê “xebatên lêgerîn-lêkolînê” hilweşandin tê domandin. -
QSD: Çeteyên DAIŞ’ê bi çekên kimyewî êrîşî çeperên li Şeddadê kirin
Navenda Çapemeniya QSD’ê da xuyakirin ku çeteyên DAIŞ’ê topên hewanê yên bi gazên kîmyewî avêtine çeperên li Şeddadê. -
Li Xurmatûyê lihevkirin pêk hat
Piştî şerên li Xurmatûyê aliyên şer li hev kirin. -
Cenazeyê Erdal Kar li Cizîrê hate oxirkirin
Cenazeyê welatiyê bi navê Erdal Kar ê ku di jêrzemîna Cizîrê de jiyana xwe ji dest dabû û heta demek dirêj nasnameya wî diyar nebibû, li Cizîrê bi awayekî girseyî hate oxirkirin.