KONGRA-GEL: Di 1'ê Gulanê de em Tekoşîna xwe mezin bikin

Hevserokatiya KONGRA GEL bi wesîleya 1'ê Gulanê Roja Yekîtî, Piştgirî û Têkoşînê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniya KONGRA GEL a li ser 1'ê Gulanê de hat gotin, "Polîtîkayên înkar û tinekirinê li ber tinebûnê ne. Em di pêvajoya fînalê ya demokratîkbûyîna Tirkiyeyê û azadiya Kurdistanê de ne." Di daxuyaniyê de bang hat kirin, ku li dijî faşîzmê ala 1'ê Gulanê were bilindkirin.

Hevserokatiya KONGRA GEL bi wesîleya 1'ê Gulanê Roja Yekîtî, Piştgirî û Têkoşînê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniya nivîskî de 1'ê Gulanê hat pîrozkirin û hat gotin, "Gelên Kurdistan û Tirkiyeyê 1'ê Gulanê Cejna Karkeran di nava şert û mercên gelekî zehmet de pêşwazî dikin. Generalê Sivîl Erdogan, ji bo bi faşîzmê siberoja me tarî bike, bi ser gelên me ve tê. Dixwaze hemû kedkar, jin, ciwan, gelên bindest û baweriyên cuda, di bin sîstema despot a tekparêziyê ya tarî de bieciqîne."

'POLÎTÎKAYÊN DEWLETÊ LI BER TÊKÇÛNÊ, QEDANDINÊ NE'

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, yekane astengya li pêşiya Erdogan, Tevgera Azadiyê ya Kurd e û hat gotin, ji bo Tevgera Azadiyê ya Kurd bê eciqandin, gelê Kurd were bêdengkirin, bajarên Kurdan dişewitîne, gel qetil dike û ji bo guhertina rewşa demografîk a bajarên Kurdan planên wargehên nû çêdike.

Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Erdogan bi kampên AFAD'ê yên dixwaze li Mereş-Bazarcixê, Meletî û Sêwas-Koçgirî li herêmên Kurdên Elewî çêbike, hewl dide koçberên Erebên Sûnî yên li Sûriyeyê bicih bike, Kurdên Elewî ji cih û warên wan derxîne."

Hevserokatiya KONGRA GEL got, "Bi rakirina destnedana parlamenterên HDP'yî ku vîna azad a gelan e, AKP dixwaze wan bi zexta dadgehê bide girtin û parlamentê li HDP'ê bigire.

Erdogan dixwaze HDP a ku yekane hêza mûxalefeta rastî ye bêdeng bike, bêbandor bike û di hilbijartineke pêşwext de li binê bendê bihêle, bi vî rengî sîstema xwe ya faşîzan ava bike.

Erdogan û AKP bi van polîtîkayên xwe yên hebûn û vîna gel hedef digire û dixwaze ji holê rake, tevahiya Tirkiyeyê ber bi karesatekê ve dehf dide. Lê wê nikaribin bi ser kevin. Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê û hemû dînamîkên têkoşîna azadiyê ya Tirkiyeyê di pêvajoyeke hevgirtinê de ne. Polîtîkayên înkar, tinekirin û tekparêziyê yên dewletê li ber tinebûnê ne. Em di pêvajoya fîanlê ya demokratîkbûyîna Tirkiyeyê û azadiya Kurdistanê de ne. Dewlet tengav bûye. Lewma ewçend bi hovane êrîşî gelê Kurd û hêzên demokrasiyê dike. Hêrs û quretiya di ruhê wan de, wê bi vê wehşeta dikin re wan biqedîne."

'EM BI RUHÊ SERKETINÊ, BERXWEDANÊ MEZIN BIKIN'

Di dawiya daxuyaniya Hevserokatiya KONGRA GEL de ev bang hat kirin:

"Hemû welatparêz, bindest, kedkar, demokrat, pêşverû û mirovên li dijî faşîzmê, di 1'ê Gulanê de li her cihî, kolan û meydanan bi rengekî girseyî bicivin, bi coş û morala biharê em bi ruhê serketinê berxwedana xwe ya pêvajoya nû ya têkoşînê bilind bikin."

Hevserokatiya KONGRA GEL got, "Divê 1'ê Gulanê bi pêşengiya kedkaran bibe roja piştgirî û yekîtiya gelên me û bibe wesîleya bilindkirina têkoşînê. Bi vê armancê em bang dikin, ku li dijî faşîzmê ala têkoşînê di 1'ê Gulanê Cejna Karkeran de bê bilindkirin.