KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Hêzên Kurd bajarokê Beşîr rizgar kirin
Bajarokê Beşîr ê girêdayî bajarê Kerkûkê ya Başûrê Kurdistanê ji aliyê hêzên Kurd ji destên DAIŞ’ê hate rizgarkirin. -
Li Geverê sewqiyata leşkerî
Çeteyên Qesrê piştî daxuyaniyên mîna ‘li Geverê operasyon bi dawî bûn”, zêdetirî 30 wesayîtên leşkerî yên Kîrpî ji milê Wanê sewqî navçeyê kirin. -
Kûtlû li Dêrsimê hate definkirin
Cenazeyê lêkolîner û nivîskar Haşim Kûtlû yê di encama qirîza dil de jiyana xwe ji dest dabû, li Dêrsimê ber bi rêwîtiya dawî ve hate oxirkirin. -
Gerîlayê HPG’ê Bayram hat oxirkirin
Gerîlayê HPG'ê Omer Bayram (Munzur Çiya) ê li Bolûyê di serdagiritina malê de hatibû înfazkirin, li gundê Sînê yê Licê bi gulên zer ên ku herî zêde ji wan hez dikir ve hat definkirin. -
Li Kerkûkê operasyonên li hember DAIŞ’ê dewam dikin
Li Kerkûkê hêzên peşmerge operasyona îro danê sibehê li hember bajarokê Beşîrê dabûn destpêkirin, berdewam dikin. -
Hêzên Kurd gelek nuqteyên derdora Beşîr girtin
Li Başûrê Kurdistanê operasyona hêzên Kurd ji bo bidestxistina bajarokê Beşîr ê di bin kontrola çeteyên DAIŞ’ê de dabûn destpêkirin, bi pêş diçe. Gelek nuqteyên derdora bajarokê Beşîr ê girêdayî Kerkûkê hatin girtin. -
Çalakvanên li Bexdayê: Di parlamentoyê de wê çalakiya me bidome
Çalakvanên ku Parlamentoya Iraqê dagir kirine, diyar kirin ku hezên ewlehiya Parlamentoyê alîkarî dane wan. -
Êrîşên çeteyan li Şêx Meqsûdê didomin
Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku êrîşên çeteyan ên li ser Taxa Şêx Meqsûd û herêmên Kobanê didomin. -
Di 3 rojên dawî li Nisêbînê 18 tîmên taybet hatin kuştin
Koordînasyona Giştî ya YPS’ê têkîldarî şer û çalakiyên 3 rojên dawî yên li Nisêbînê daxuyaniyek weşand. -
Şervanên YPS’ê Qadir Tanit û Rêber Çelîk li Mexmûrê hatin bibîranîn
Şervanên YPS’ê Qadir Tanit (Hemze Cûdî) û Rêber Çelîk (Cesûr Colemêrg) li Wargeha penaberan a Şehîd RUstem Cûdî (Mexmûr) ji aliyên hezaran ve hatin bibîranîn. -
Li Herêmên Parastinê yên Medyayê êrîşên hewayî
Balafirên şer ên Tirk herêmên Avaşîn, Xakûrkê û Qendîl ên Herêmên Parastinê yên Medyayê bombe kirin. Hate destnîşankirin ku di êrîşê de hêzên gerîlayan ti windahî nedane, lê gelê sivîl zerarên madî dîtine. -
Dayikên Şemiyê, dayikên Geverê silav kirin
Dayikên Şemiyê yên ji bo li aqûbeta zarokên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin bipirsin di hefteya 579'emîn de hatin gel hev. -
KCK: Di 1'ê Gulanê de em biherikin qadan
KCK: Em bang li gelê Kurd û hêzên demokrasiyê dikin ku biherikin qadên 1'ê Gulanê. Em bang dikin, ku li qadên 1'ê Gulanê bloka demokrasiyê ava bikin û li dijî faşîzma AKP'ê pêngava têkoşînê bidin destpêkirin. -
Dayikên Aştiyê: Wek dijminan li Kurdan nenêrin
Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Amedê nerazîbûn nîşanî gefa 'destnedanê' ya li parlamenterên HPD'ê tê xwarin û gotin, "Weke dijminan li Kurdan nenêrin. Dev ji vê ferasetê berdin." -
Balafirên şer ên Tirk bombe li gundên Qendîlê barandin
Balafirên şer ên Tirk duh bi şev careke din êrîşî Qendîlê kirin. Di van êrîşan de gundên şêniyên herêmê hedef hatin girtin. -
Çeteyên Qesrê pêşî li merasîma cenaze girtin
Ji bo Rêber Çelîk ê li Cizîrê ji aliyê çeteyên Qesrê ve hat qetilkirin wê li Colemêrgê merasîma cenaze bihata lidarxistin, lê belê çeteyên Qesrê li pêşiya merasîmê bûn asteng. -
Li Kerkûkê operasyona li dijî DAIŞ'ê destpê kir
Pêşmerge û hêzên Heşdî Şebî bi desteka balafirên şer ên koalîsyonê, li Kerkûkê li dijî DAIŞ'ê operasyoneke hevpar dan destpêkirin. -
11 şervanên YPG/YPJ'ê ber bi rêwîtiya dawî ve hatin oxirkirin
Bi hezaran Efrîniyan, 11 şervanên YPG/YPJ'ê yên di parastina bajarokê Til Rifat û gundê Eyîn de jiyana xwe ji dest dan, bi merasîmeke bi heybet ber bi rêwîtiya dawî ve oxir kirin. -
Li Şirnexê şer û bomberdûmana giran
Li Şirnexê di navbera çeteyên Qesrê û endamên YPS/YPS Jinê de şerekî dijwar diqewime. Çeteyên Qesrê bi çekên giran û obusan bombeyan li taxên berxwedanê dibarînin. -
Li Pirsûsê dozger hat guhertin, lê biryara nepenîtiyê dewam dike
Li şûna Îhsan Gorur, Mûhammet Alî Korkmaz hat wezîfedarkirin. Parêzeran ji bo rakirina biryara nepenîtiyê serlêdan kirin, lê belê ev daxwaza wan nehat qebûlkirin. -
KJK: Bi dirûşma 'em rê nadin faşîzmê' li ber xwe bidin!
"Faşîzm bi pêşengiya AKP'ê weke eniyekê xwe bi rêxistin kiriye. Yekane rêya şikandina vê pêla faşîst ew e, ku gelên kedkar ên Tirkiyeyî bi ruhê 1'ê Gulanê, dirûşma 'em rê nadin faşîzmê' bilind bikin û bixin meriyetê." -
Li Nisêbînê çalakiya li dijî wesayîta zirxî: Kuştî û birîndar hene
Li Nisêbînê, di çalakiyeke bi roketan a li hemberî wesayîteke zirxî de tîmekî taybet mir, 3 tîmên taybet jî birîndar bûn. -
Gelê El Babê bangê li hêzên QSD'ê dike
Gelê ji ber dagirkeriya komên çete yên mîna DAIŞ'ê ji neçarî ji Heleb û derdora wê koçî Efrînê kir, ji hêzên QSD'ê dixwaze herêmê azad bikin. -
Li Qamişloyê êrîşa întixarî: 5 endamên Asayîşê jiyana xwe ji dest dan
Li Qamişloyê, di encama êrîşeke xwekujî ya li hemberî bendeke Asayîşê de 5 endamên Asayîşê jiyana xwe ji dest dan, 4 jî birîndar bûn. -
PKK: Li dijî faşîzma AKP'ê em biherikin qadên 1'ê Gulanê
Komîteya Rêveber a PKK'ê: Em bang li karker, kedkar, jin û ciwanan û tevahiya gelên Tirkiyeyê dikin, li dijî dîktatoriya AKP'ê berxwedana şoreşgerî ya yekbûyî xurt bikin û di 1'ê Gulanê de li qadan bin.