Gerîlayê HPG’ê Bayram hat oxirkirin
Gerîlayê HPG'ê Omer Bayram (Munzur Çiya) ê li Bolûyê di serdagiritina malê de hatibû înfazkirin, li gundê Sînê yê Licê bi gulên zer ên ku herî zêde ji wan hez dikir ve hat definkirin.

Di 7'ê Nîsanê li Bolûyê di serdegirtina malê de 2 gerîlayên HPG'ê hatibûn înfazkirin. Cenazeyê gerîlayê bi navê Omer Bayram (Munzur Çiya) piştî li Enqereyê hat teşxîskirin, ji aliyê malbatê ve hat wergirtin. Cenazeyê Bayram li balafirgeha Amedê hat pêşwazîkirin û birin gundê Sinê yê naveçeya Licê ya Amedê.
Cenazeyê Bayram di ketina gund de bi dirûşmên "Şehîd Namirin" ve hatin pêşwazîkirin û bi Kurdî û Erebî ji hêla jinan ve hatin lorandin. Di cenaze de rêveberên HDP, DBP û MEYA-DER'ê jî di nav de gelek kes amade bûn.
Piştî merasîmê cenazeyê Bayram bi dirûşmên "Şehîd Namirin" hat definkirin û girse derbasî mala sersaxiyê bû.