Kûtlû li Dêrsimê hate definkirin

Cenazeyê lêkolîner û nivîskar Haşim Kûtlû yê di encama qirîza dil de jiyana xwe ji dest dabû, li Dêrsimê ber bi rêwîtiya dawî ve hate oxirkirin.

Cenazeyê lêkolîner û nivîskar Haşim Kûtlû yê di encama qirîza dil de jiyana xwe ji dest dabû, li Dêrsimê ber bi rêwîtiya dawî ve hate oxirkirin.

Lêkolîner, nivîskar, helbestvan û şêwekar Haşim Kûtlû yê li Elmanya jiyana sirgûn dijiya, dema ku bi bisîklêtê digeriya qirîza dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da. Li ser wasiyeta Kûtlû, cenazeyê Kûtlû li gundê Ûlûpinar ê girêdayî Pêrtag a Dêrsimê hate definkirin. Hevşaredarê HDP’ê yê Bajêr Aslan Çag, Cîgirê Hevşeredarê Dêrsimê Îbrahîm Kasûm, ji endamên Koma Aştiyê Aysel Dogan û Hevserokê Giştî ya DAD’ê Pîr Nesîmî Gendîk û gelek kes beşdarî merasîma cenazeyê Kûtlû bûn.

Piştî merasîma li Mala Cem a Pêrtagê, cenazeyê Kûtlû şandin Gundê Ûlûpinarê. Kûtlû piştî dûayên pîran hate definkirin.