Di 3 rojên dawî li Nisêbînê 18 tîmên taybet hatin kuştin
Koordînasyona Giştî ya YPS’ê têkîldarî şer û çalakiyên 3 rojên dawî yên li Nisêbînê daxuyaniyek weşand.
Koordînasyona Giştî ya YPS’ê têkîldarî şer û çalakiyên 3 rojên dawî yên li Nisêbînê daxuyaniyek weşand.
Koordînasyona Giştî ya YPS’ê da xuyakirin ku li Nisêbînê di 3 rojên dawî de 18 tîmên taybet hatine kuştin. YPS’ê eşkere kir ku 26’ê Nîsanê tîmeke taybet a jin ji aliyê yekîneyên YPS-JIN’ê hatiye kuştin.
Koordînasyona Giştî ya YPS’ê nasnameyên 3 şervanên jiyana xwe ji dest dane eşkere kir.
Di daxuyaniyê de têkîldarî şer û çalakiyên li Nisêbînê ev agahî hatin parvekirin:
27’ê Nîsanê 4 kepçe û panzerek ên ku hewl didan ji ser rêya Çaxçaxê bikevin Taxa Alîka, ji aliyê yekîneyên me ve hatin derbkirin. Ev wesayîtên derb xwarin neçar man vekişin.
YEK JÊ JIN 18 TÎMÊN TAYBET HATIN KUŞTIN
28’ê Nîsanê dema çeteyên Qesrê li Taxa Alîka li malekê bi cih dibûn, yekîneyên me yên YPS-JIN’ê çalakiya sabotajê li dar xistin û 10 çeteyên Qesrê di vê çalakiyê de kuştin. Di heman rojê saet 12.00’an kepçeyek hate derbkirin. 26’ê Nîsanê tîmeke taybet a jin li kolana Kartopû ya Taxa Şehîd Gelhatê ji aliyê yekîneyên me yên YPS-JIN’ê hate kuştin. Li heman cihî dema çeteyan hewl didin bikevin malekê çalakiya sabotajê hate lidarxistin. Têkîldarî hejmara leşkerên mirî û birîndar de agahî nehatin bidestxistin.
28’ê Nîsanê saet 23.00’an yekîneyên me li hember çeteyên Qesrê yên li ser rêya Çaxçaxê di malekê de bi cih dibûn çalakiya sabotajê li dar xistin, di encamê de 3 çete hatin kuştin, gelek çete jî bi giranî birîndar bûn.
29’ê Nîsanê yekîneyên me 2 kepçe derb kirine. Di heman rojê de dema komek çeteyên Qesrê li malekê bi cih bibûn, bi çekên ferdî çalakî hate lidarxistin û di encam de 3 çete hatin kuştin.
28’ê Nîsanê li Taxa Koçera dema çeteyan hewl dan bi kepçeyê cihê tankê çêbikin, ji aliyê yekîneyên me hatin hedefgirtin û ev kepçe hate derbkirin. Piştî rojekê dema dîsa hewl dan saet 10.00’an bi kepçeyek din bikevin taxê jî yekîneyên me vê carê ev kepçe rûxandin. Ev kepçeya îmhabûyî bi wîncê kişandin. Dîsa li heman cihî kepçeyek ji aliyê yekîneyên me hate derbkirin. Di heman êvarê de yekîneyên me yên YPS JIN’ê çalakî li dar xistin, tîmekî taybet ê polîsan kuştin.
NASNAMEYÊN 3 ŞERVANÊN JIYANA XWE JI DEST DANE HATIN EŞKEREKIRIN
Koordînasyona Giştî ya YPS’ê nasnameyên 3 şervanên YPS’ê yên li Nisêbînê jiyana xwe ji dest dane ragihand.
Di daxuyaniyê de ev hatin gotin: “Di serî de ciwanên Kurdistanê ku bi kelecan û coşekek mezin tevlî vê berxwedana pîroz a gelê me dibin, bi îradeyeke mezin girêdana xwe ya bi Rêber Apo re nîşan didin. Ev canên ku gelê wêrek ê Kurdistanê di oxira vê berxwedana bi lehengî de dide, wek soza me ya girêdan, tolhildan û serkeftinê didome. Ji hevalên me yên wek Rêzan, Kendal û Egîd ên di şerên bajêr de bi azim û biryardariyek mezin ve gihiştine şehadetê re soza me heye.”
Nasnameyên şervanên YPS’ê wiha ne:
Rêzan Baran/Resûl İnan/Mizgîn-Abdûllah/ Jidayikbûn: Mêrdîn/25’ê Nîsanê li Taxa Alîka
Kendal Koçer/Harûn Korkmaz/Perî-Naîf/Jidayikbûn: Xîzan Bedlîs/26’ê Nîsanê li Taxa Şehîd Gelhat
Egîd Germira/27’ê Nîsanê gihişt şehadetê/Detayên nasnameyê wê piştre bêne parvekirin