11 şervanên YPG/YPJ'ê ber bi rêwîtiya dawî ve hatin oxirkirin

Bi hezaran Efrîniyan, 11 şervanên YPG/YPJ'ê yên di parastina bajarokê Til Rifat û gundê Eyîn de jiyana xwe ji dest dan, bi merasîmeke bi heybet ber bi rêwîtiya dawî ve oxir kirin.

11 şervanên YPG/YPJ'ê yên roja 24'ê Nîsanê di êrîşên çeteyên qaşo Koalîsyona Sûriyeyê ku ENKS jî di nav de ye yên li hemberî bajarokê Til Rifat û nuqteya Bîrad a li gundê Eyînê jiyana xwe ji dest dan, li Efrînê ji aliyê bi hezaran kesî ve ber bi rêwîstiya dawî ve hatin oxirkirin.

Bi hezaran kesî cenazeyên şervanên xwe ji Nexweşxaneya Avrînê wergirtin û birin Şehîdgehên Şehîd Refîk û Şehîd Seydo. 

Di merasîma oxirkirinê de bi hezaran şêniyên Efrînê, endamên saziyên sivîl ên Efrînê û şêniyên herêmên Şehbayê, amade bûn. Beşdaran wêneyên têkoşeran, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên YPG/YPJ’ê û TEV-DEM’ê hilgirtin û diruşmeyên ‘Şehîd namrin’, berz kirin.

Pişt ku karwanê wesayitan gihişt goristana Şehîd Refîk, bi sedan şêniyên navçeyên Şera, Şêrawa û Bilbilê li bendê bûn û darbestên têkoşeran bi tilîlî û dirûşmeyan pêşwazî kirin.

Dûre darbestên 8 têkoşeran "Rûla Miho (Denîz Egîd), Cegîra Erselan (Şaristan), Munzûr Reşîd (Rûstem Efrîn), Îbrahîm Xerfan (Soro Şêrawî), Ocelan Oso (Kendal Botan), Hisên Mihemed (Hisên), Nezmî Îsmayîl (Fedekar Çiya) û Mehmûd Mihemed (Kurdo Efrîn), derbasî goristanê hatin kirin, endamên HPC merasîmeke leşkerî lidar xistin.

Cîgira Serokê Desteya Parastinê yê Kantona Efrînê Dîcle Hisên li vir axivî û got: "Van qehremanan ji bo xêzkirina rêya azadiyê ji bo gelê xwe û parastina rûmetê canê xwe feda kirin."

Piştre Hevserokê Meclîsa Rêveber a Kantona Efrînê Osman Şêx Îsa jî axivî û ev tişt anîn ziman: "Dewleta Tirk her çiqas destek bide komên çete jî wê nikaribe ku destketiyên pêkhateyan têk bibe."

Paşê jî belgeyên Şehadetê yên 8 têkoşeran hatin xwendin û teslîmî malbatan hatin kirin.

Cenazeyên cangoriyan di nava tilîlî û diruşmeyan de hatin veşartin.

Li Şehîdgeha Şehîd Seydo jî bi sedan şêniyên navçeyên Cindirês, Mabeta, Şiyê û Raco jî karwanê hersê têkoşer  Oriya Elî (Evîn Şervan), Dêrsim Weqas (Dêrsim) û Aldar Sîno (Zindan Efrîn), pêşwazî kirin.

Li vê der şervanên YPG/YPJ’ê merasîmek leşkerî lidar xistin.

Di merasîmê de Serokê Desteya Parastinê ya Kantona Efrînê Ebdo Îbrahîm axivî û di kesayeta hersê têkoşeran de, hemû têkoşerên azadiyê bi bîr anîn.

Di dawiya merasîmê de belgeyên şehadetê yên hersê têkoşeran hatin xwendin û di nava dirûşmeyan de, spartin axê.