Balafirên şer ên Tirk bombe li gundên Qendîlê barandin
Balafirên şer ên Tirk duh bi şev careke din êrîşî Qendîlê kirin. Di van êrîşan de gundên şêniyên herêmê hedef hatin girtin.
Balafirên şer ên Tirk duh bi şev careke din êrîşî Qendîlê kirin. Di van êrîşan de gundên şêniyên herêmê hedef hatin girtin.
Balafirên şer ên Tirk duh bi şev careke din êrîşî Qendîlê kirin. Di van êrîşan de gundên şêniyên herêmê hedef hatin girtin.
Balafirên şer ên Tirk duh bi şev saet di 23:00 de tevî balafirên keşfê êrîşî herêma Qendîlê kirin. Vê êrîşê bi qasî du saetan dewam kir û gelek gund hedef hatin girtin. Ji ber êrîşê xisareke giran li gundên Qendîlê bû.
GUND HEDEF HATIN GIRTIN
Di êrîşa li hemberî derdora gundên Xobyan, Bolê, rêya Kortekê ûg undê Ebûbekîr ên Qendîlê de, xisar li xwezayê bû. Gundiyên li Qendîlê dijîn, nerazîbûneke tund nîşanî dewleta Tirk dan.
Di êrîşa hewayî ya meha Tebaxê de li gundê Zergelê 8 sivîlan jiyana xwe ji dest dabûn.
GUNDIYÊN QENDÎLÊ NERAZÎBÛN NÎŞANÎ DEWLETA TIRK DAN
Piştî êrîşa duh bi şev, em bi gundiyên Qendîlê re axivîn û hemûyan nerazîbûneek tund nîşanî dewleta Tirk dan, ji ber bomberdûmanê li wan dikin.
Ji gundiyan Hecî Resûl got, "Balafirên şer ên Tirk bi şev û roj bombeyan li Qendîlê dibarînin. Hizûra me nehiştin. Zarokên me bi tirs radizên û radibin. Em vê qebûl nakin."
Mamoste Bilind jî got, "Weke şêniyên gundê Xobyanê em bi giranî bi karê çandinî û sewalkariyê re mijûl dibin. Lê belê balafirên şer ên Tirk destûrê nadin vê. Bi êrîşên hewayî dixwazin gundiyan bitirsînin. Bi şev û roj bombe dikin û hewl didin pêşî li jiyana rojane ya gel bigirin. Balafirên şer ên Tirk li cihê nêzî malên gel didin. Bi roj em nikarin biçin ser karê xwe. Weke gelê Qendîlê em giliyê vê dikin, bila gundên me bombe nekin. Dehl û rezên me xera kirin. Divê ev êrîş derhal bên sekinandin."