Çalakvanên li Bexdayê: Di parlamentoyê de wê çalakiya me bidome
Çalakvanên ku Parlamentoya Iraqê dagir kirine, diyar kirin ku hezên ewlehiya Parlamentoyê alîkarî dane wan.
Çalakvanên ku Parlamentoya Iraqê dagir kirine, diyar kirin ku hezên ewlehiya Parlamentoyê alîkarî dane wan.
Îro jî ji bo wezîrên din wê rûniştinek pêk bihata, lê ji ber hejmara pêwîst a parlamenteran kom nebûn, civîn pêk nehat. Piştre jî bi hezaran kes li pêşiya parlamentoyê kom bûn û ev rewl protesto kirin. Dûvre jî çalakvanan parlamento dagir kirin.
Bi hezaran kesên ku hikûmeta Ebadî protesto dikin diyar kirin ku ew li ser daxwaza Sadr çalakiyê dikin û heta daxwazên wan ên reformê pêk neyê jî wê çalakiya xwe bidomînin.