Dayikên Şemiyê, dayikên Geverê silav kirin

Dayikên Şemiyê yên ji bo li aqûbeta zarokên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin bipirsin di hefteya 579'emîn de hatin gel hev.

Dayikên Şemiyê yên ji bo li aqûbeta zarokên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin bipirsin di hefteya 579'emîn de vê carê ji bo dayikên Geverê yên ev 7 heftene ji ber dorpêç û êrîşan nikarin çalakiyên xwe li dar bixin hatin gel hev. Di çalakiyê de wiha bangî rêveberên dewleta Tirk kirin, "Heta hûn di warê binpêkirina mafan, bêhiqûqî, bêedaletî, rûxandin û şîdeta ku dibe sedama mirinê de israr bikin, em yên alîgirê jiyanê jî wê qet bêdeng nemînin û her di aştiyê de bi israr bin." 

Dayikên Şemiyê, bi boneya aqûbeta kesên di bin çavan de hatine windakirin bipirsin û kujerên wan bên darizandin, di hefteya 579'emîn de jî li qada Galatasarayê kom bûn û çalakiya xwe li dar xistin. Dayikan di çalakiyê de pankarta "Fail diyar in, winda li kû ne?" vekirin û wêneyên windayan hildan. Her wiha dayikan qurnefîlên sor danîn ser pankartê û wêneyên xizmên xwe yên windayî hilgirtin. 

Dayikên Şemiyê silav ji bo dayikên Geverê yên ku ji ber êrîş û dorpêça hêzên dewleta Tirk ev 7 hefte ye nikarin çalakiyên xwe li dar bixin verêkirin û li aqûbeta kesên di salên 90'î de li Geverê hatin qetilkirin pirsîn. 

Di çalakiyê de kurê Abdûllah Canan ê ku li Geverê hat windakirin, Vahap Canan axivî û bal kişand ser êrîşên bombeyî yên li Kurdistan û Tirkiyeyê û êrîşên hêzên dewleta Tirk ên li bajarên Kurdistanê. Canan diyar kir ku li Geverê ev 49 roj in dorpêç didome û wiha got, "Li wir pêşeroja me hat binpêkirin." Sedat Yûrtseven ê neviyê Abdûlkerîmê ku li Geverê hat windakirin jî wiha got, "Di salên 90'î de çawa kalê min qetil kirin, niha jî ti qadên jiyanê bo me nehiştine." 

'DI NAVBERA SALÊN 1990-1996'AN DE LI GEVERÊ 13 KES DI BINÇAVAN DE HATIN WINDAKIRIN' 

Piştî axaftinên xizmên windayan, daxuyaniya çapemeniyê ya vê hefteyê ji aliyê parêzera ÎHD'ê Gulseren Yolerî hat xwendin. 

Yolerî anî ziman ku ji 13'ê Adara 2016'an heta niha Gever di bin dorpêçê de ye û wiha got, "Li Geverê ku hiqûq, maf û azadî hatine binpêkirin, niha şîdet hikumraniyê dike. Bi deh hezaran mirov malên xwe terikandin û li ser axa xwe jiyaneke mehkûmî dijîn." Yolerî diyar kir ku li Geverê xizmên windayan her Şemî saet di 12.00'an de ji bo li aqûbeta xizmên xwe bipirisn çalakî li dar dixistin, lê ji ber dorpêça hêzên dewleta Tirk ev 7 hefte ne nikarin çalakiya xwe li dar bixin û wiha got, "Ji ber vê di hefteya xwe ya 579'emîn de me got 'Me windayiyên li Geverê ji bîr nekirine' û em hatin gel hev." Yolerî diyar kir ku li gor serîlêdanên li ÎHD'ê di navbera salên 1990-1996'an de li Geverê 13 kes di binçavkirinê de hatine windakirin. Yolerî destnîşan kir ku yên hatine windakirin jî temenê wan di navbeyna 13-75'an de ye.

Her wiha Yolerî da xuyakirin ku şahidên dema binçavkirinê hene, lê ev binçavkirin ti carî nehatiye qebûlkirin. 

'DIVÊ KUJER BÊ CEZA NEMÎNIN'

Yolerî anî ziman ku di salên 90'î de li Geverê bêyî darizandinê gelek înfaz pêk hatine û ev înfaz her çiqas di Rapora Îstîxbarata Jendermeyan, Rapora Sûsûrlûkê ya Serokwezîrtiyê, di îfadeyê dozgeriyê û gîrtînameyên dadgehê de cih digirin jî, bêfêde ye, hiqûq tê binpêkirin û got divê ev zirxê kujeran bêyî ceza nemîne û divê bikeve.

'EM Ê DI AŞTIYÊ DE HER BI ISRAR BIN' 

Yolerî diyar kir ku divê êdî Tirkiye bibe dewleteke bi hiqûq, aramî û pirrengiyê û wiha axivî: "Her hûn bi tank, top û şîdetê bi ser pirsgirêkan de biçin, wê ev Tirkiyeyê ber bi felaketekê ve bibe. Dest ji vê keyfiyetê berdin, xwe bispêrin sînorê hiqûq û edaletê. "Heta hûn di warê binpêkirina mafan, bêhiqûqî, bêedaletî, rûxandin û şîdeta ku dibe sedama mirinê de israr bikin, em ên alîgirê jiyanê jî wê qet bêdeng nemînin û her di aştiyê de bi israr bin." 

Di çalakiyê de nedîtina kiryarên kuştina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî hate bibîrxistin.