Li Kerkûkê operasyonên li hember DAIŞ’ê dewam dikin
Li Kerkûkê hêzên peşmerge operasyona îro danê sibehê li hember bajarokê Beşîrê dabûn destpêkirin, berdewam dikin.

Operasyona ku danê sibehê bi alîkariya balafirên koalîsyonê ya li hember bajarokê Beşîr ê ku 25’ê kîlometre ji Kerkûkê dûr e dabûn destpêkirin, bi hemû leza xwe berdewam dike. Hat diyarkirin ku hêzên Peşmerge ketine nava gelek malên gund.
Di şer de 3 peşmerge şehîd ketin. Heta vê gavê jî operasyon li herêmê didome. Di operasyonê de 12 çete hatin kuştin.
Bajarokê Beşîr nêzî 25 km ji Kerkûkê dûr e. Bajarokê Beşîr yek ji bajarokê herî mezin ê Kerkûkê ye. Ji sala 2014’an ve di bin kontrola çeteyên DAIŞ’ê de bû. Ji bo bajarok ji destê çeteyan bê derxistin gelek caran gel daketin kolanan û ji bo protestokirinê jî rêya Xurmatû û Kerkûkê li çûn û hatinê digirtin.