Li Qamişloyê êrîşa întixarî: 5 endamên Asayîşê jiyana xwe ji dest dan

Li Qamişloyê, di encama êrîşeke xwekujî ya li hemberî bendeke Asayîşê de 5 endamên Asayîşê jiyana xwe ji dest dan, 4 jî birîndar bûn.

Li Qamişloyê, di encama êrîşeke xwekujî ya li hemberî bendeke Asayîşê de 5 endamên Asayîşê jiyana xwe ji dest dan, 4 jî birîndar bûn.

Êrîşa întixarî îro danê sibehê saet di 08:45'an de li taxa Kornîş a Qamişloyê li ser rêya Xelîcê pêk hat.

Li gorî nûçeya ANHA'yê, Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Kantona Cizîrê Silêman Ehmed da xuyakirin, ku di encama êrîşê de 5 endamên hêzên Asayîşê jiyana xwe ji dest dane, 4 jî birîndar bûne.

Kesên birîndar li nexweşxaneyê tên dermankirin.

Piştî ku êrîş pêk hat, hêzên Asayîşê dor li cihê bûyerê girtin û dest bi lêkolînê kirin.