Çeteyên Qesrê pêşî li merasîma cenaze girtin
Ji bo Rêber Çelîk ê li Cizîrê ji aliyê çeteyên Qesrê ve hat qetilkirin wê li Colemêrgê merasîma cenaze bihata lidarxistin, lê belê çeteyên Qesrê li pêşiya merasîmê bûn asteng.
Ji bo Rêber Çelîk ê li Cizîrê ji aliyê çeteyên Qesrê ve hat qetilkirin wê li Colemêrgê merasîma cenaze bihata lidarxistin, lê belê çeteyên Qesrê li pêşiya merasîmê bûn asteng.
Cenazeyê Rêber Çelîk ê li taxa Cûdî di encama komkujiyê de hat qetilkirin û li goristana bêkesan a li Silopiyayê hat veşartin, piştî teşxîsê cezane ji aliyê malbatê ve hat wergirtin. Malbatê cenaze anî Colemêrgê.
Cenaze wê îro ji aliyê malbatê ve bi merasîmekê bihata veşartin. Lê belê bi zora polîsan duh bi şev li goristana malbatê ya li Serê Solan a bajêr hat veşartin.
Malbatê xwe cenazeyê xwe li Şehîdgeha Srê Solan veşêre, lê polîsên Tirk nehiştin.
Ji bo Çelîk wê li taxa Sumbulê konê sersaxiyê hat vedan.