Hêzên Kurd bajarokê Beşîr rizgar kirin

Bajarokê Beşîr ê girêdayî bajarê Kerkûkê ya Başûrê Kurdistanê ji aliyê hêzên Kurd ji destên DAIŞ’ê hate rizgarkirin.

Bajarokê Beşîr ê girêdayî bajarê Kerkûkê ya Başûrê Kurdistanê ji aliyê hêzên Kurd ji destên DAIŞ’ê hate rizgarkirin. Di lêgerînên destpêkê yên hêzên Peşmerge de gelek cenazeyên şervanên Heşdî Şabî yên ji bo rizgarkirina bajarok beriya niha dest bi operasyonê kiribûn hatin dîtin.

Hêzên Kurd piştî bajarokê Beşîr bi temamî dorpêç kirin, bi êrîşekê de girtin. Di operasyonê de piraniyên çeteyên DAIŞ’ê hatin bêbandorkirin, hêzên Peşmergeyan jî navenda polîsan a Beşîr dîsa girtin bin kontrolê. Hêz ji baskan ve pêşde çûn, navenda bajarok ji dagirkirina çeteyan rizgar kirin û heta navenda polîsan çûn. Çeteyên DAIŞ’ê yên di êrîşa giştî de tarûmar bûn, li hember hêzên Kurd bêbandor man.

CENAZEYÊN MÎLÎSÊN HEŞDÎ ŞEHBÎ HATIN DÎTIN

Hin cenazeyên mîlîsên Heşdî Şehbî yên ji bo rizgarkirina bajarokê Beşîr operasyon li dar xistibûn û têk çibûn, hatin dîtin. 4 cenazeyên ji aliyê hêzên Kurd hatin dîtin radestî hêzên Heşdî Şabî hatin kirin.