Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê diyar kir ku yek ji lingên herî girîng a şerê qirêt ku artêşa TC’ê li Kurdistanê dimeşîne, bi awayekî zêde ji aliyê medyaya şer tê bikaranîn. HPG’ê wiha dewam kir: “Koma Qesra faşîst a ji şerê dagirkirinê ti encamên cîdî bi dest nexistin, bi nûçeyên xwe yên derewîn ên wek di êrîşên hewayî de windahiyan dide gerîla, hem bi xwe bawer dike hem jî hewl dide gel pê bide bawerkirin. Ji van êrîşan, di êrîşên 29’ê Nîsanê de ti windahiya hêzên me çênebûne. Berevahî li jiyangehên gelên herêmê zerarên cîdî yên madî pêk hatine.”
Di daxuyaniya HPG’ê de ev hatin gotin:
GERÎLAYAN LI ŞIRNEXÊ ÇALAKÎ LI DAR XISTIN
29’ê Nîsanê saet 05.30-06.00’an hêzên gerîlayên me li hember girê Tabûra Gundikê Melê ya li Şirnexê bi çekên giran çalakiyek li dar xistin. Hejmara leşkerên mirî û birîndar ên di vê çalakiyê de nehatin zelalkirin. Her wiha 30’ê Nîsanê heta saet 07.00’an jî qadên Çiyayê Fillehan û Bestê Meryemê bi hewanan bombe kiriye.
LI SER HERÊMÊN GERÎLA ÊRÎŞÊN ZÊDE YÊN HEWAYÎ PÊK HATIN
29’ê Nîsanê saet 23.00-23.30’an balafirên şer ên Tirk mintiqa Tabûra Ereban a li herêma Avaşîn a ji Herêmên Parastinê yên Medyayê, dîsa saet 00.30-01.00’an qada Şehîd Rûken bombe kirine.
29’ê Nîsanê saet 23.00-00.00’an balafirên şer ên Tirk li mintiqayên Lelîkan û Geliyê Reş ên Xakûrkê dane.
29-30’ê Nîsanê saet 23.00-01.30’an balafirên şer ên Tirk li nêzî gundê Bolê, qada Kortek, gundê Ebûbekîr, gundê Xobiyar, gundê Bokrîskan, gundê Silê û gundê Bredê dane.
LEŞKER JI BO VALAKIRINA GUNDAN ZEXTÊ LI GEL DIKIN
24’ê Nîsanê artêşa TC li mintiqayên Xumarovv û Geliyê Tûyê yên Şemzînana Colemêrgê dest bi operasyonekê kirine. Artêşa TC li gundên Tûyê, Qola, Nêrdûşa, Deman, Tisê, Helenkê û Meleyanê bi zorê ketine malan, li malan lêgerîn pêk anîne, ji bo gund vala bikin zext li ser gundiyan kirine. Di heman demê de artêşa TC ji bo cerdevan jî tevlî operasyonê bibin, zext kirine û tehdît kirine. Operasyon 25’ê Nîsanê bêencam vekişiyaye.
29’ê Nîsanê saet 10.00-10.30’an artêşa TC bi piştgiriya 2 helîkopterên Kobra ve bi helîkopterên Skorsky li derdora girê Leylek ê qada Oremar a girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê hewl daye leşkera deyne. Hêzên gerîlayên me bi çekên giran çalakî li dar xistin û helîkopter neçar mane ji qadê vekişin.”