KCK: Di 1'ê Gulanê de em biherikin qadan

KCK: Em bang li gelê Kurd û hêzên demokrasiyê dikin ku biherikin qadên 1'ê Gulanê. Em bang dikin, ku li qadên 1'ê Gulanê bloka demokrasiyê ava bikin û li dijî faşîzma AKP'ê pêngava têkoşînê bidin destpêkirin.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê roja yekîtî, piştgirî û têkoşînê ya kedkaran pîroz kir û hêviya xwe ya ji bo cîhaneke demokratîk û azad a ku zext, zilm û mêtîngerî lê nîne, bilêv kir.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, talankirina kedê ku dayika civakê ye, hem yek ji pirsgirêkên destpêkê yên civakî derdixîne holê, hem jî rastiya civakê ji holê radike. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Kapîtalîzm a ku li lûtkeya talankirina kedê ye, di roja îro de veguheriye cinawirekî ku civakê bi temamî ji holê radike. Kapîtalîzm ne şêweyekî ji rêzê yê mêtîngeriyê ye; rewşeke jiyanê ya kanserojen e ku civakê û mirovahiyê dikuje. Qala civaka feodal dikare bê kirin; lê qala civaka kapîtalîst nikare were kirin. Ji ber ku kapîtalîzm yekser dijberiya civakê ye. Di roja îro de ku 1'ê Gulana 2016'an tê pîrozkirin, mirovahî û civak bi êrîşkariyeke bi vî rengî re rû bi rû ye. Têkoşîna li dijî kapîtalîzm û modernîteya kapîtalîst, ne tenê ji bo kedkaran ji bo tevahiya mirovahiyê têkoşîna man û nemanê ye."

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê got, "Kapîtalîzm tê wateya; mêtîngerî û hîn bêhtir mêtîngerî" û wiha dewam kir: "Ev yek jî tê wateya hîn bêhtir zext, hîn bêhtir belavbûna li cîhanê û hîn bêhtir rûdana şer. Hebûna kapîtalîzmê tê wateya şerê li dijî mirovahiyê û civakê. Veguherîna wê ya bi rengê sîstemê û bûyîna xwedî karaktera emperyalîst, tê wateya rûdana vî şerî li her devera cîhanê. Şerê li Rojhilata Navîn diqewimin; ji aliyê serdestên vê erdnîgariyê û nûnerê mêtîngerî, zext û zilmê; kapîtalîzmê ve hatine afirandin.

Dewleta ku di roja îro de hemû aliyên paşverû yên netewe dewleta mêtînger a kapîtalîst modernîst û dewleta despotîk di şexsê xwe de şênber kiriye, dewleta Tirk û rêveberê wê hikûmeta AKP'ê ye. Ev sîstema faşîst a zordar, metînger û qetlîamkerê çandî, hem li hemberî Kurdan polîtîkaya qirkirina çandî dimeşîne, hem jî zexteke giran li hêzên demokrasiyê dike û sîstema zilm û mêtîngeriyê zêde kiriye. Di bin desthilatdariya faşîst a AKP'ê de welê li gelên me hatiye ku bêhn lê çikiya ye."

Daxuyaniya KCK'ê bi vî rengî dewam kir:

"Li cîhanê, li herêma me, li Tirkiye û Kurdistanê di nava van şert û mercan de 1'ê Gulanê tê pêşwazîkirin. Di nava vê rewşê de, 1'ê Gulana 2016'an li Kurdistan û Tirkikyeyê tê wateya roja yekîtî, piştgirî û têkoşînê ya li hemberî desthilatdariya AKP'ê ku modernîteya kapîtalîst û paşverûtiya herêmê di desthilatdariya xwe de şênber kiriye. Heta ku li Tirkiyeyê desthilatdariya AKP'ê ya faşîst ji holê neyê rakirin, ne li Kurdistanê, ne li Tirkiyeyê ne jî li Rjohilata Navîn jiyaneek azad û demokratîk dernakeve holê. Desthilatdariya AKP'ê veguheriyeke hêzeke ku pavşerûtiya li cîhan û herêmê diparêze. Bi vê karaktera xwe ve hem bûye dijminê gelê Kurd, hem jî dijminê gelên Tirkiyeyê.

Girîng e 1'ê Gulana îsal veguhere roja yekîtî, piştgirî û têkoşîna li dijî faşîzma AKP'ê. Ne tenê têkoşîna Kurdan, girîng e gel û kedkarên Tirkiyeyê ji bo jiyaneke azad û demokratîk li dijî desthilatdariya AKP'ê têkoşîneke hevpar bimeşînin. Lewma pêwîste di 1'ê Gulana 2016'an de ruhên Newrozê û 1'ê Gulanê bibin yek û hemû meydan veguherin platformên bloka demokrasiyê. Ya ku li Tirkiyeyê şer, zext û zilmê biqedîne, wê biloka demokrasiyê ya berfireh be. Ev yek jî lihevkombûna hêzên demokrasiyê û civakên li meydanên 1'ê Gulanê dicivin e.

Yên di 1'ê Gulanê de li hev bicivin, wê bloka demokrasiyê ava bikin. Ev bloka demokrasiyê, paralelî Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (TŞYG) a di meha Adarê de hat damezrandin, eger li hemberî desthilatdariya AKP'ê têkoşînê mezin bike, wê emrê desthilatdariya AKP'ê kurt be û Tirkiye demokratîk bibe, Kurd jî bibin xwedî jiyana azad.

Ji ber vê yekê em bang li tevahiya gelê Kurd û hêzên demokrasiyê dikin, ku biherikin qadên 1'ê Gulanê. Em bang dikin, ku li qadên 1'ê Gulanê bloka demokrasiyê ava bikin û li dijî faşîzma AKP'ê pêngava têkoşînê bidin destpêkirin. Eger ruhê 1'ê Gulanê û ruhê Newrozê bibin yek, wê ti sîstemeke zilmê nikaribe li ber bisekine, ne tenê li Kurdistan û Tirkieyeyê wê li tevahiya Rojhliata Navîn pêşî li jiyana demokratîk û azad a hemû gelan bê vekirin û li vê erdnîgariya yekemcar civakîbûn pêk hat de, meşaleya sosyalîzma demokratîk bilind bibe."