Li Şirnexê şer û bomberdûmana giran
Li Şirnexê di navbera çeteyên Qesrê û endamên YPS/YPS Jinê de şerekî dijwar diqewime. Çeteyên Qesrê bi çekên giran û obusan bombeyan li taxên berxwedanê dibarînin.
Li Şirnexê di navbera çeteyên Qesrê û endamên YPS/YPS Jinê de şerekî dijwar diqewime. Çeteyên Qesrê bi çekên giran û obusan bombeyan li taxên berxwedanê dibarînin.
Di roja 47. a êrîşên qirkirinê de li Şirnexê bomberdûman û şer bi dijwarî dewam dike.
Li taxên Îsmetpaşa, Aydinlikevler, Cûmhûriyet, Bahçelîevler û Yeniyê, şerekî dijwar diqewime.
Danê sibehê, bi tank, top û obusan taxên Gazîpaşa, Îsmetpaşa û Cûmhûriyetê hatin bombekirin.
Sewqiyata leşkerî û tevgera hewayî ya li bajêr dewam dike.