Hêzên Kurd gelek nuqteyên derdora Beşîr girtin

Li Başûrê Kurdistanê operasyona hêzên Kurd ji bo bidestxistina bajarokê Beşîr ê di bin kontrola çeteyên DAIŞ’ê de dabûn destpêkirin, bi pêş diçe. Gelek nuqteyên derdora bajarokê Beşîr ê girêdayî Kerkûkê hatin girtin.

Hêzên Kurd ên li çeperên Kerkûkê dixwestin bajarokê Beşîr dorpêç bikin. Yek ji herêma herî stratejîk, herêma Merzîreyî Dewle xistin bin destê xwe. Piştî şerên dijwar ên ji danê sibehê ve, niha jî hêzên Pêşmerge xwe amade dikin ku bikevin Elbûmerfecê.

Berpirsiyarê leşkerî yê çeperên Kerkûkê diyar kir ku kontrolkirina Beşîr gelekî zehmet e, lê piştî gelek hewldanên Heşdî El Şebî yên bêencam, hêzên Kurdistanê ketine tevgerê û ev der xistin bin destê xwe. Piştre gelek rê, gund û nuqteyên bajarokê Beşîr ketin kontrolê. Operasyona ji bo kontrolkirina rêya ketina bajarok bi awayekî serkeftî berdewam dike.

Rêveberên peşmergeyan têkildarî girtina deriyê bajarok jî agahî dan û destnişan kirin ku hêzên Kurd tevî şerên dijwar jî ti windahî nedane, bi êrîşên hewayî yên koalîsyonê û hêzên peşmerge, derbên giran li çeteyên DAIŞ’ê didin û gelek çete hatine kuştin.

ÇETEYÊN DAIŞ’Ê MALBATÊN XWE BER BI HERÊMÊN HUNDIR VE DIREVÎNIN

Çeteyên DAIŞ’ê, malbatên xwe yên li gundên Reşad û Degmat ên di nava şer de ber bi cihên ewle ve direvînin. Di şer de xetên bi ewle yên DAIŞ’ê têk çûn, ji ber vê malbatên xwe ber bi herêmên navîn ve dibin.

Li aliyê din balafirên girêdayî Koalîsyonê li gundê Bîldax wesayîteke bombebarkirî îmha kir.