Şervanên YPS’ê Qadir Tanit û Rêber Çelîk li Mexmûrê hatin bibîranîn

Şervanên YPS’ê Qadir Tanit (Hemze Cûdî) û Rêber Çelîk (Cesûr Colemêrg) li Wargeha penaberan a Şehîd RUstem Cûdî (Mexmûr) ji aliyên hezaran ve hatin bibîranîn.

Şervanên  Yekîneyên Parastina Sîvîlan (YPS)’ê Qadir Tanit (Hemze Cûdî) û Rêber Çelîk (Cesûr Colemêrg) ku li Şirnexê di berxwedana xwerêveberiyê de, di şerê dijî hêzên dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest dan, îro li wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji aliyên hezaran ve û bi merasîmek leşkerî a ciwanên Mexmûrê bi girseyî hatin bibîranîn. 

Merasîm îro saet 09:00’an de li Saziya Malbatên Şehîdan a Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji aliyê hezaran ve bi deqeyek rêzgirtinê a ji bo şervanên azadiyê destpê kir û di merasîma biranînê de hin axaftin hatin kirin. Di merasîmê de Endamê Saziya Ciwanên Mexmûr Ozgûr Amed axaftinek kir û got; “Bi rastî jî şehadeta van her du hevalan ji bo me êşek pir mezin bû. Ev pêvajoya ku em îro tê de ne, hemû heval dizanin dîrokek nû ye, bi taybetî bi pêşengiya şehîdan, bi pêşengiya Rêber Apo em vê dijîn û didin jiyîn. Ev rewşa ku li Rojhilata Navîn tê jiyîn bi taybet jî li Rojava û Bakurê Kurdistanê, dîrokeke ku Serokatî nivîsandiye. Em jî vê gavê, xwedî li vê dîrokê û berxwedanê derdikevin. Ev şehîdên me jî nîşaneya vê bûn, xwedî li axa xwe û dîroka ku Serokatî daye destpêkirin derketin û ji bo wê jî şehîd ketin, canê xwe ji bo vê tekoşînê feda kirin.”
 
Piştî axaftina Ozgûr Amed  li ser navê Saziya Malbatên Şehîda jî Endamê Meclîsa Saziya Malbatên Şehîdan Beşîr Gabar axivî û got; “Şehîd Qadir û Şehîd Rêber beramberî hovîtiya AKP’ê rawestiyan, li gelê xwe û axa xwe xwedî derketin. Em jî li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan heya dawî xwedî li şopa wan derkevin û em sersaxiyê ji malbatên wan re dixwazin.”

 Di berdewama axaftinan de li ser navê Rêveberiya Wargehê jî Endana Koordînasyona Meclîsa Îştarê Zelal Sêrt  sersaxî ji malbatan xwest û wiha dest bi axaftina xwe kir; “Ev pêvajo, pêvajoya guhertin û veguhertina çarenûsa gelê Kurd e, Serokatî jî dibêje ku dîroka hêzên desthilatdar nivîsandine, îro ji aliyê gelê Kurd ve ji nû ve tê nivîsandin. Em ê jî vê dîrokê bi berxwedaniya xwe ji nû ve binivîsin.”

Herî dawî jî bavên her du şehîdan bavê Cesûr Colemêrg  Abdullah Colemêrg û bavê şehîd Rêber Hecî Hemze jî xêrhatina mêvanan kirin û sersaxî ji bo  Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gelê Kurdistanê xwestin û diyar kirin ku ev şehîd êdî bûne zavayên Kurdistanê û ev şehîdên hemû Kurdistanê ne.

Piştî axaftinan merasîma bîranînê bi dirûşmên ‘Bê Serok Jiyan Nabe’, ‘Şehîd Namirin’, bi çepik û tîlîliyên dayikan bi dawî bû.