Dayikên Aştiyê: Wek dijminan li Kurdan nenêrin
Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Amedê nerazîbûn nîşanî gefa 'destnedanê' ya li parlamenterên HPD'ê tê xwarin û gotin, "Weke dijminan li Kurdan nenêrin. Dev ji vê ferasetê berdin."

Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Amedê di vê der barê de civîneke çapemeniyê ldiar xistin. Gelek dayikên aştiyê beşdarî civînê bûn û di civînê de li ser navê dayikan endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Raîfe Ozbey axivî û diyar kir ku gelê kurd bi awayekî topyekûn bi êrîşan re rû bi rû ye.
Ozbey destnîşan kir ku êrîşên li hemberî parlementerên kurd bi awayekî tacîza devkî destpê kirin û li meclîsê bi êrîşên fîzîkî dewam dikin û diyar kir ku ew wek dayikên aştiyê daxwaza aştî û muzakereyan dikin û wiha got, "Em daxwaza azadiya Abdullah Ocalan dikin." Ozbey got, "Wek dijminan li kurdan nenêrin û dev ji vê ferasetê berdin" û êrîşên li hemberî parlementerên HDP'î û Amedsporê şermezar kir.