Gelê El Babê bangê li hêzên QSD'ê dike

Gelê ji ber dagirkeriya komên çete yên mîna DAIŞ'ê ji neçarî ji Heleb û derdora wê koçî Efrînê kir, ji hêzên QSD'ê dixwaze herêmê azad bikin.

Şêniyên kampa Henderatê herêma Şehbayê, ji Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) dixwazin hemû herêmên ji aliyê DAIŞ'ê û çeteyên qaşo Koalîsyona Sûriyeyê ve hatine dagirkirin, paqij bikin.

Ciwanekî ji El Bab ê ji neçarî koçî Efrînê kiriye û nexwest navê xwe eşkere bike got, "Me bêriya mala xwe û xizmên xwe kirine. Hêvîdar im wê hêzên QSD'ê xaka me ji van çeteyên jiyan li me herimandine, paqij bikin."

Navborî da xuyakirin, ku wan ji ber şer koçî Efrînê kirine û da zanîn, gelê Efrînê mêvanperwer e û dema hatin herêmê ji her alî ve alîkarî dane wan.

'BILA HÊZÊN QSD'Ê HER CIHÊN JI ALIYÊ ÇETEYAN VE HATINE DAGIRKIRIN, AZAD BIKIN'

Ji şêniyên El Babê bavê 6 zarokan ê 56 salî yê nexweş navê xwe eşkere bike anî ziman, wan ji ber zexta çeteyan malên xwe ji neçarî terikandine û koçî Efrînê kirine. Vî kesî da zanîn, çeteyan malên wan xera kirine, hemû eşyayên wan talan kirine û ji neçarî koç kirine.

Şêniyê ji El Babê diyar kir, wan bêriya jiyana li gundê xwe kirine û ji hêzên QSD'ê xwest, herêmê ji çeteyên DAIŞ'ê û qaşo Koalîsyona Sûriyeyê rizgar bikin. 

Endamên Meclîsa Rûspiyên herêma Şehba jî dan xuyakirin, ku hêzên QSD'ê ji bo azadiya gelên Sûriyeyê têdikoşin.

Endamên Meclîsa Rûspiyan diyar kirin, bi tenê hêzên QSD'ê dikarin wan ji talan û kiryarên li dijî mirovahiyê yên çeteyan rizgar bikin.

'TIRKIYE ALÎKARIYÊ DIDE ÇETEYAN'

Rûspiyan bang li hêzên QSD'ê kirin û ji wan xwestin, gundên bi gefa komkujiyê ya çeteyên DAIŞ'ê û qaşo Koalîsyona Sûriyeyê re rû bi rû ne, rizgar bikin.

Endamên Meclîsê her wiha dan zanîn, leşkerên Tirk alîkariya leşkerî û lojîstîk dide çeteyan û tevî ku ev yek ji aliyê hêzên navneteweyî ve tê zanîn jî, bêdengî heye. Endamên Meclîsa Rûspiyan dan zanîn, dewleta Tirk bi rêya çetyan dixwaze li xeta Ezaz-Cerablûsê herêmeke tampon çêbike.