KJK'ê 1'ê Gulanê Cejna Karkeran pîroz kir û got, "Faşîzma kesk, spî û reş bi pêşengiya AKP'ê di eniyeke faşîst de hatiye birêxistinkirin. Yekane rêya şikandina vê pêla faşîst ew e, ku gelên kedkar ên Tirkiyeyî bi ruhê 1'ê Gulanê, dirûşma 'em rê nadin faşîzmê' bilind bikin û bixin meriyetê."
Kordînasyona KJK'ê 1'ê Gulanê Roja Yekîtî, Piştgirî û Têkoşînê ya gelên kedkar û çîna karkeran li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, hemû jinên cîhanê, karker û kedkaran pîroz kir û hemû Şehîdên Kedê yên 1'ê Gulanê weke Roja Kedê li dijî Faşîzm û Modernîteya Kapîtalîst parastin û di vê oxirê de canê xwe feda kirin, bi taybetî şehîdên Taksîmê yên 1'ê Gulaan 1977'an bibîr anî.
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin, ku 1'ê Gulanê îsal dibe 150 salî û hat destnîşankirin, ku 1'ê Gulanê ji aliyê dîrokî ve di heman demê de bûye nîşaneya têkoşîna bilindkirina berxwedana li dijî faşîzmê.
Kordînasyonê da zanîn, ku faşîzmê her tim hewl daye li ser mêtîngerî, înkar û tinekirina çîna karker û gelên bindest hebûna xwe bidomîne û wiha dewam kir: "Ji ber vê yekê di navbera têkoşîna kedê û berxwedana antîfaşîst de têkiliyeke xurt heye. Dema mirov roja îro binirxînin, tê dîtin ku herî zêde li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê pêwîstî bi xurtkirina vê têkilî û girêdanê, bi eniyeke berxwedanê ya li dijî faşîzmê heye. Gefa herî mezin a îro li hemberî gelên kedkar ên Tirkiyeyî derdikeve pêş, hikûmeta AKP'ê û hevkarên vê hikûmetê ne. Li holê, eniyeke faşîst a bi pêşengiya AKP'ê heye ku faşîzma kesk, spî û reş di nav de vehewiyan e. Ji hemû desthilatdariyên faşîst ên beriya niha berfirehtir êrîş tên kirin. Yekane rêya şikandina vê pêla faşîst ew e, ku gelên kedkar ên Tirkiyeyî bi ruhê 1'ê Gulanê, dirûşma 'em rê nadin faşîzmê' bilind bikin û bixin meriyetê.
Ji her demê bêhtir pêwîstî bi eniyeke bi vî rengî ya azadî, demokrasî û antîfaşîst heye. Erka pêşiya vê eniyê jî beriya her kesî li ser milê jinan e. Ji xwe desthilatdariya baviksalarî-kapîtalîst-faşîst a hewl dide li Tirkiyeyê hegemonya xwe ava bike, herî zêde êrîşî jinan dike. Mîna ku Rêber Apo dibêje; ji serdemên herî kevin ê dîrokê heta roja îro, jin kedkara herî zêde bê berdêl an jî bi berdêleke gelekî kêm dixebite ye."
'HETA KU AZADIYA JINÊ NEBE XALA NAVENDÎ YA TÊKOŞÎNA KEDÊ, EV TÊKOŞÎN NIKARE BI SER KEVE'
Kordînasyona KJK'ê da xuyakirin, ku divê têkoşîna li hemberî mêtîngeriyê, ji aliyê cewherî ve li dijî talankirina jinê bê birêxistinkirin û wiha dewam kir: "Têkoşîna kedê heta ku azadiya jinê neke xala bingehîn a têkoşîna xwe, nikare bi ser keve. Li dijî her şêwe mêtîngerî û faşîzmê, xesta ku tevgera kedê ya nû divê ji xwe re esas bigire, neteweparêziya demokratîk e. Li hemberî neteweiya modernîteya kapîtalîst, li dijî hêzên sermaye û desthilatdariyê yên derve û hundir, yekane rêya çîn û gelên kedkar; neteweparêziya demokratîk û têkoşîneke xurt a li dijî faşîzmê ye.
Di roja îro de li hemberî faşîzma reş-spî-kesk a bi pêşengiya AKP'ê tê meşandin, herî zêde gelê Kurd li ber xwe dide. Berxwedana xwerêveberiyê ya li Bakurê Kurdistanê bi pêşengiya jinan tê meşandin, li hemberî faşîzma dewleta Tirk a hewl dide xwe ji nû ve bi rêxistin bike, bersiva herî mezin e. Hêza herî rêxistinbûyî ya li hemberî dewleta hikûmeta AKP'ê disekine, Tevgera Azadiyê ya Kurd e. Lewma, di serî de hêzên demokrasiyê divê her eksên dixwazin vê rêveçûna faşîst a li Tirkiyeyê bisekinîn, destekê bidin berxwedana xwerêveberiyê ya li Kurdistanê û cihê xwe di nava eniya têkoşînê ya antîfaşîst de bigirin.
'EM LI DIJÎ FAŞÎZMA AKP'Ê BERXWEDANA XWE MEZIN BIKIN'
Di dawiya daxuyaniyê de Kordînasyona KJK'ê bang li gelên kedkar, jin, ciwan, karker, mirovên bêkar mane, antîfaşîst, bi kurtasî hemû hêzên demokrasiyê yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê kir, ku li dijî faşîzma bi pêşengiya AKP'ê bûye yek reng, helwesteke xurt nîşan bidin û berxwedanê mezin bikin.
Kordînasyonê herî dawî careke din 1'ê Gulanê pîroz kir û destnîşan kir, ku faşîzm wê têk biçe, azadî wê bi ser keve."