Li Pirsûsê dozger hat guhertin, lê biryara nepenîtiyê dewam dike
Li şûna Îhsan Gorur, Mûhammet Alî Korkmaz hat wezîfedarkirin. Parêzeran ji bo rakirina biryara nepenîtiyê serlêdan kirin, lê belê ev daxwaza wan nehat qebûlkirin.
Li şûna Îhsan Gorur, Mûhammet Alî Korkmaz hat wezîfedarkirin. Parêzeran ji bo rakirina biryara nepenîtiyê serlêdan kirin, lê belê ev daxwaza wan nehat qebûlkirin.
Dozgerê lêpirsîna komkujiya Pirsûsê ku 33 şoreşger lê hatin qetilkirin, hat guhertin. Li şûna Îhsan Gorur, Mûhammet Alî Korkmaz hat wezîfedarkirin. Parêzeran ji bo rakirina biryara nepenîtiyê serlêdan kirin, lê belê ev daxwaza wan nehat qebûlkirin. Dozgerê nû Korkmaz biryar da 'nepenîtî' bidome.
Di lêpirsîna komkujiya 20'ê Tîrmehê ya li Pirsûsê de ku ji şoreşgerên ji bo alîkariyê diçûn Kobanê 33 kesan jiyana xwe ji dest dan, ev 9 meh in ti gav nehatiye avêtin.
Dozger Mûhammet Alî Korkmaz ê li şûna Îhsan Gorur hat wezîfedarkirin, biryara nepenîtiyê ya li ser dosyayê hincet nîşan da û ji parêzeran re got, "Ez nikarim der barê dosyayê de agahiyan bidim we."
Parêzeran, ji bo rakirina biryara nepenîtiyê daxwazname pêşkêş kirin. Lê belê dozgerê nû yê dosyayê Korkmaz ev daxwaz qebûl nekir û biryar da 'nepenîtî' bidome.