Êrîşên çeteyan li Şêx Meqsûdê didomin
Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku êrîşên çeteyan ên li ser Taxa Şêx Meqsûd û herêmên Kobanê didomin.
Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku êrîşên çeteyan ên li ser Taxa Şêx Meqsûd û herêmên Kobanê didomin.
Navenda Çapemeniya YPG’ê der barê mijarê de daxuyaniyek da û ev agahî dan:
“Êrîşên hevbeş ên komên çete yên di bin sêwana koalîsyona Sûriyeyê de tevdigerin ên wekî Lîwaa Sultan Murad, Ehrar El-Şam, Furqeya 16’an, Lîwaa El-Fetih, Lîwa Siltan Mihemed El Fetêh, Arteşa El Mucahidîn, Suwar El Şam, Ehrar Suruye, Cepha El Şamiye, Siqor El Cebel, Firka 101, Foc Alewal, Cephe El Tirkmen, Tabûrên Ebû Emera, Arteşa Al Îslam, Kombûna Festeqim Kema Emert, Lîwa 13emîn, Firqa El Şemaliye û Tabûrên Nûreddîn Zenkî yên li dijî taxa Şêx Meqsûd a Helebê berdewam dikin.
29’ê Nîsanê komên çete ji herêma Muxaberat bi çekên giran, topên hawan û cehenemê êrîş birin li ser çeperên hêzên me yên li Taxa Şêx Meqsûd.
29’ê Nîsanê saet di 21.00’an de çeteyên DAIŞ’ê ji başûrê Cerablûsê xwestin têkevin bajaroka Şêxler a giredayî Kobanê. Piştî destwerdana hêzên me komên çete neçar man ji qadê birevin.”