Hevseroka DBP'ê ya Tûşbayê Aydin hat binçavkirin
Li Wanê çeteyên Qesrê bi ser avahiya DBP'ê ya Tûşbayê û mala ku Hevseroka DBP'ê ya Tûşbayê Harîka Ûyar Aydin lê mêvan bû de girtin. Di serdegirtinê de Aydin hat binçavkirin.
Li Wanê çeteyên Qesrê bi ser avahiya DBP'ê ya Tûşbayê û mala ku Hevseroka DBP'ê ya Tûşbayê Harîka Ûyar Aydin lê mêvan bû de girtin. Di serdegirtinê de Aydin hat binçavkirin.
Li Wanê çeteyên Qesrê bi awayekî hemwext bi ser avahiya DBP'ê ya Tûşbayê û mala Hevseroka DBP'ê ya Tûşbayê Harîka Ûyar Aydin lê mêvan bû de girtin. Di dema serdegirtinê de polîsan dest danîn ser gelek belge û dokumanan. Hevseroka DBP'ê ya Tûşbayê Harîka Ûyar Aydin jî bi îdiaya "Têkiliya wê bi rêxistinê re heye û dokûmanên rêxistinî vediguhezîne" hat binçavkirin.
Di dema serdegirtinê de çeteyên Qesrê deriyê avahiya navçeyê şikandin û ketin hundir. Kamerayên avahiyê ji aliyê çeteyan ve tên raçavkirin.
Lêgerîna li avahiya navçeyê didome.