Çavdêriyên ji Xurmatû
Em li navçeya eyaleta Selahaddîn Xurmatû ne, ku bi şer ketiye rojevê. Navçeya ku Tirkmen jê re Dûz, Kurd jî dibêjin Xurmatû, navê wê yê temamî Dûzxurmatû ye.
Em li navçeya eyaleta Selahaddîn Xurmatû ne, ku bi şer ketiye rojevê. Navçeya ku Tirkmen jê re Dûz, Kurd jî dibêjin Xurmatû, navê wê yê temamî Dûzxurmatû ye.
Em li navçeya eyaleta Selahaddîn Xurmatû ne, ku bi şer ketiye rojevê. Navçeya ku Tirkmen jê re Dûz, Kurd jî dibêjin Xurmatû, navê wê yê temamî Dûzxurmatû ye.
Şêniyên navçeyê dibêjin, navê navçeyê işaretê bi her sê civakên li vir dijîn, dike. Li gorî vegotinan, Tûz ku gotineke Tirkî ye (ji aliyê Tirkmenan ve weke Dûz tê bilêkvirin) Tirkmenan, xurma Ereban, tû jî Kurdan nîşan didin. Berhevbûna van her sê gotinan 'Tûz-xurma-tû' dibe navê navçeyê.
Rewşeke trajîk e, lê ji ber ku em Kurd in nikarin bikevin nava taxên Şîa û Tirkmenan. Navçe dişibe bombeyeke pîmê wê hatiye kişandin û li ber teqînê ye. Alozî û rewşa tengezar di asta herî bilind de ye.
Sûkên navçeyê bi dîwarên ji beton ji hev hatine qutkirin. Bi alên li ser xaliyan li ba ne, tê fêmkirin bi kîjan herêm di bin kontrola kê de ye. Navçe bi rengê taxên Tirkmen, Şîa û Kurdan ji hev cuda bûye. Li hin xaniyan şopa şer tê dîtin. Çeperên li ser banê xaniyan hatine çêkirin, hînê hene.
CIWANÊN TAXÊ RAHIŞTINE ÇEKAN
Li hin taxan em ciwanên Kurd ên bi kincên sivîl û çekan dibînin. Dibêjin ji bo parastina taxa xwe wan rahiştine çekan. Hemû jî ciwanên ji tax û navçeyê ne. Dibêjin, ji bilî parastina kolan û taxa xwe ti çareya wan nîne. Li navenda sûkê jî kom bi kom pêşmerge xuya dikin.
ZAROK DI NAVA ŞER DE JÎ ZAROK E
Em hîn dibin ku li hin taxên Kurd û Tirkmen lê bi hev re dijîn, şer nîne. Lê belê tirs û xofa di dilê mirovên li vir de heye, yekser tê dîtin. Hin kolan dişibin bajarekî hatiye terikandin. Kolan vitîvala ne. Li hin taxan jî, tevî her tiştî jî zarok li kolanan e. 'Zarok li her derê zarok e, di nava her şert û mercî de zarok e'. Di nava şer de jî...
Em zarokên bi bîsîkletê digerin, li kolanan dilîzin dibînin. Jiyan tevî her tiştî jî li vî bajarê aloz ê Iraqê dewam dike. Dikan vekirî ne, li sûkê kêm jî be mirov tên dîtin. Her kes dilezîne.
Gel herî zêde ji topên hawanê ditirse. Ji ber ku topên hawanê li gelek xaniyan ketine. Ciwanên Kurd ên li nava kolanan em li wan rast tên dibêjin, piraniya sivîlên jiyana xwe ji dest dane ji ber êîşa bi topên hawanê û sekvanan hatine qetilkirin.
Ciwanên Kurd têkildarî şerê li Xurmatû de detayeke balkêş parve dikin. Şerê li vê derê ne mîna bajarên din diqewime; kes hewl dane tax an jî herêmeke din bi dest bixe. Her kes li herêma lê ne şer dikin.
SER BI SELAHADDÎNÊ VE YE, LÊ GEL DIBÊJE 'EM KERKÛKÎ NE'
Em dibihîzin ku hêzên Heşd El Şebî û Pêşmerge yê bi rojan e li dijî hev şer dikin, bi serokatiya Waliyê Kerkûkê Necmeddîn Kerîm li hev civiyane. Di civînên beriya niha de jî Waliyê Kerkûkê ketibû dewrê. Çima ne Waliyê Selahaddîn, lê Waliyê Kerkûkê? Vê pirsê ji Nûnerê Tevgera Azadî yê Xurmatû dikim. Û vê bersiva balkêş dide min: "Xurmatûyî xwe ji Kerkûkê dihesibînin."
Çima?
Ji ber ku navçeya Xurmatû heta salên 1970'yî ser bi Kerkûkê ve bû. Di çarçoveya Erebkirina herêmê ya polîtîkaya Saddam de, navçe bi wîlayeta Selahaddînê ve hatiye girêdan. Bi vî rengî hewl hat dayîn Xurmatû bibe bajarekî Ereb. Ji aliyê îdarî ve ji Kurdistanê hat qutkirin û bi Iraqê ve hat girêdan.
Lê belê Tirkmen jî, Kurdên li herêmê jî xwe ji Kerkûkê dihesibînin. Ji xwe navçe bi 80 kîlometreyan dûrî Kerkûkê ye û şêniyên navçeyê li şûna Selahaddînê bi giranî diçin Kerkûkê.
Xurmatû navçeyeke ji 150 hezar nifûsî ye ku di çarçoveya xla 140. a Destûra Bingehîn a Iraqê de cih digire. Ev xala Destûra Bingehîn têkildarî herêmên statuya wan ne diyar e û wê b referandûmê bê diyarkirin.
GELO LIHEVKIRIN WÊ VÊ CARÊ BI CIH BÊ ANÎN?
Roja em li Xurmatû ne, em dibihîzin ku aliyên şer dikin li hev kirine. Ev agahî kêm jî be di nava mirovan de rê li ber atmosfereke xweşbîn vedike, lê dîsa jî mirov hay ji xwe hene. Piştî şerê par ê 12'ê Mijdarê, ku di encamê de bi sedan mal û kargeh hatin şewitandin, bi dehan mirov hatin kuştin, di 19'ê Mijdarê de hêzên Heşd El Şebî û Pêşmergeyan li ser vekişîna ji navçeyê li hev kiribûn, lê ev lihevkirin bi cin nehatibû anîn. Piştre dîsa şer destpê kiribû û heta roja îro cih bi cih dewam kiribû.
KÎ XURMATÛ TEVLÎHEV DIKE?
Ev peymana hatiye morkirin, herçend di nava gelê navçeyê de bi kêfxweşî tê pêşwazîkirin jî, di hişê mirovan de hînê gelek pirs hene. Em vê yekê ji gelek kesan dibihîzin. Gel ji bûyerên diqewimin bi fikar û xemgîn e. Di wê baweriyê de ne ku gelên bi sedan salan bi hev re jiyane, ji aliyê hin hêzên ji derve ve hatine provokekirin. Ji bo pirsa, 'kî ne ev hêz?'ev bersiv tê dayîn: Tirkiye û Îran...
Xurmatûyî di wê baweriyê de ne ku ev her du welat navçeyê tevlîhev dikin. Li gorî peymana hatiye morkirin hem hêzên çekdarî yên Kurd hem jî yên Şîa divê navçeyê biterikînin. Em nizanin bê ev yekê pêk were yan na. Lê xuya ye heta hêzên çekdar li navçeyê bin, wê xeteriya rûdana şer li Xurmatû her hebe...