BI DÎMEN

Tevgera Azadî: Xurmatû winda bike, Başûrê Kurdistanê wê winda bike

Tevgera Azadî malbatên Kurd ên xizmên wan di şerê li Xurmatû de jiyana xwe ji dest dan ziyaret kir û li ser encamên qewimînên li navçeyê daxuyaniyek da çapemeniyê.

Tevgera Azadî malbatên Kurd ên xizmên wan di şerê li Xurmatû de jiyana xwe ji dest dan ziyaret kir û li ser encamên qewimînên li navçeyê daxuyaniyek da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Windakirina Xurmatû tê wateya windakirina Başûrê Kurdistanê" û bang li hikûmeta Başûrê Kurdistanê hat kirin ku pirsgirêkê çareser bike.

Hevserokê Meclîsa Gel a Kerkûkê ya Tevgera Azadî Newzat Bekir û Hevseroka Meclîsa Gel a Germiyanê Hevrê Cebbar tevî komeke qelebalix ji bo şopandina rewşa li Xurmatû û malabtên Kurd ên xizmên wan di şer de jiyana xwe ji dest dane, çûn navçeyê.

Heyeta Tevgera Azadî sersaxî ji malbatên Danyel Reşad, Piştîwan Ezîz Mîthat, birayên Cegir-Rêkewt û Îbrahîm Mihemed Seîd ên di şer de jiyana xwe ji dest dan sersaxî xwest. Heyetê birîndar jî ziyaret kir, ji wan re şîfa xêrê xwest û li ser bûyeran agahî stend.

Endamên heyetê yên li serdanên sersaxiyê axivîn dan xuyakirin, ku Kurdan ti carî êrîşî gelên din nekiriye, lê li her çar parçeyên Kurdistanê êrîş li Kurdan hatiye kirin. Endaman dan zanîn, ji aliyê jiyana bi hev re ya Kurd, Tirkmen, Ereb û bawermendên Şîna û Sûniyan ve  navçeya Xurmatû cihekî gelekî girîng e û gotin, "Gel dikarin li vê derê bi hev re bijîn. Berpirsyariya me hemûyan e ku em vê pêk bînin."

Malbatên xizmên wan jiyana xwe ji dest dane jî bang li hêzên Başûrê Kurdistanê kirin, ku pirsgirêkan çareser bikin. Malbatên Kurd diyar kirin, êşa wan gelekî giran e û gotin, "Em naxwazin şer hîn bêhtir dewam bike. Me zarokên xwe, xwişk û birayên xwe ji dest dan. Lê bila kesekî din vê êşê nekişîne."

Heyeta Tevgera Azadî piştî serdanê daxuyaniyek da çapemeniyê, encam û çavdêriyên xwe bi raya giştî re parve kir.

Hevserokê Meclîsa Gel a Kerkûkê Newzat Bekir ewilî axivî û got, "Bi sedan sal in li vê navçeyê cihêrengiya etnîkî û mezhebî bi hev re dijîn. Lê belê ji sala 2003'an û vir ve li vê herêmê hin hêz hewl didin tevlîheviyê derxînin. Di serî de Îran û Tirkiye, hêzên mîna Erebîstana Siûdî, DYA dest bi tevlîhevkirina vê derê kirin. Di encamê de jî rewşeke bi vî rengî ya şer derket holê."

Bekir da xuyakirin, ku weke Tevgera Azadî ew dixwazin ev şer tavilê biqede û bi vê armancê hatine Xurmatû. Newzat Bekir di dewama axaftina xwe de got, "Em li cem gelê xwe ne. Me li vê derê bi malbatên xwe yên şehîdan re hevdîtin kirin. Her kesên em pê re axivîn dixwazin rewşa berê ya aştiyane bi cih bê. Her kesî gotin, hêzên ji derve hatine şandin û hêzên nêzî Malîkî yên ji Iraqê hatine şandin, li vir tevlîheviyê dikin."

'GELÊ XURMATÛ LI DIJÎ DAIŞ'Ê BI LEHENGÎ LI BER XWE DA'

Bekir bibîr xist, ku ne tenê li Xurmatû li her devera Kurdistanê îro êrîş li dijî Kurdan tê kirin û destnîşan kir, ku Kurd êdî xwedî sîstemekê ne û bi rengekî rêxistinbûyî li dijî êrîşan li ber xwe dide. Bekir got, "Gelê Xurmatû li hemberî çeteyên DAIŞ'ê berxwedaneke lehengî nîşan da. Pêwîste rêveberiya Başûrê Kurdistanê vê rastiyê bibîne û têkildarî pirsgirêkan der hal çareseriyên rasteqîn bafirîne. Windakirina Xurmatû tê wateya windakirina Başûrê Kurdistanê. Lewma divê were dîtin ku gelê li vir xwedî nirxên xwe derdikeve û nirxên xwe li hemberî hêzên derve bi lehengî diparêze."

Piştî Bekir Hevrê Cebbar peyivî û anî ziman, bûyerên li Xurmatû êrîşeke xwecihî û ji rêzê ya li hemberî Kurdan nîne û destnîşan kir, ku têkiliya van êrîşan bi êrîşên li Rojava, Bakur û Başûrê Kurdistanê yên li hemberî Kurdan heye.

'EM Ê LI DIJÎ ÊRÎŞÊN LI HEMBERÎ KURDAN DERKEVIN'

Cebbar axaftina xwe bi vî rengî dewam kir: "Ji aliyê giştî ve zextek li ser Kurdan heye. Bêguman em li hemberî vê disekinin, em ê li dij derkevin. Hatiya me ya Xurmatû jî pêwendiya we bi vê ve heye. Em ê li hemberî komployên li dijî gelê me tê kirin derkevin. Em ê li ber xwe bidin. Em bang li gelên din, bi taybetî jî Tirkmenan dikin. Tevlî van planên êrîş û komployên li dijî gelê me nebin. Divê bixwazin mîna berê bi hev re di nava aştiyê de bijîn. Em Kurd alîgirê vê ne û bawer in ku alî bi vê ferasetê tevbigerin, wê mîna berê rewşeke aştiyane li Xurmatû bafire."

...