QSD: Çeteyên DAIŞ’ê bi çekên kimyewî êrîşî çeperên li Şeddadê kirin
Navenda Çapemeniya QSD’ê da xuyakirin ku çeteyên DAIŞ’ê topên hewanê yên bi gazên kîmyewî avêtine çeperên li Şeddadê.
Navenda Çapemeniya QSD’ê da xuyakirin ku çeteyên DAIŞ’ê topên hewanê yên bi gazên kîmyewî avêtine çeperên li Şeddadê.
Navenda Çapemeniya QSD’ê da xuyakirin ku çeteyên DAIŞ’ê topên hewanê yên bi gazên kîmyewî avêtine çeperên li Şeddadê. Diyar kir ku di encama vê de 15 şervanên wan ji gazê jehrî bûne.
Navenda Çapemeniya QSD’ê daxuyaniyek nivîskî weşand, diyar kir ku çeteyên DAIŞ’ê 26’ê Nîsanê bi hewanên ku bi gazên kîmyewî hatine tijîkirin ve êrîşî çeperên wan ên li gundê Taaqa yê Şeddadê kirine.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku di encama êrîşa hewanên kîmyewî de 15 şervanên wan ji gazê jehrî bûne û pirsgirêkên bêhngirtinê dijîn.
Her wiha di daxuyaniyê de hat ragihandin ku rewşa şervanan baş e.