Elhaman a 76 salî ya di bin wesayîta zirxî de ma, hat definkirin
Hatûn Elhaman a 76 salî ya duh li Kolana Gevranê ya Amedê dema xwest derbasî wî aliyê rê bibe di bin wesayîta zirxî ya polîsên Tirk de ma, hat definkirin.
Hatûn Elhaman a 76 salî ya duh li Kolana Gevranê ya Amedê dema xwest derbasî wî aliyê rê bibe di bin wesayîta zirxî ya polîsên Tirk de ma, hat definkirin.
Hatûn Elhaman a 76 salî ya ku duh li Kolana Gevrana Yenîşehîra Amedê dema xwest derbasî wî aliyê rê bibe di bin wesayîta zirxî ya polîsên Tirk de ma, hat definkirin. Cenazeyê Elhamana ji Çewlîgê duh piştî bûyerê şandin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Selehaddîn Eyyûbî, li nexweşxaneyê piştî karên otopsiyê cenaze ji aliyê malbatê hat wergirtin.
Cenazeyê anîn Goristana Yenîkoyê, piştî wecîbeyên olî hat definkirin.
Ji bo Elhamanê konî şînê li Mala Şînê ya Yamaçlilara hat vedan.