Li Nisêbînê 14, Şirnexê 6 tîmên taybet hatin kuştin

YPS’ê da xuyakirin ku 3 rojên dawî li Nisêbîn û Şirnexê herî kêm 20 tîmên taybet hatine kuştin. Di daxuyaniyê de nasnameyên 3 berxwedêrên li Nisêbînê jiyana xwe ji dest dane jî hate eşkerekirin.

Koordînasyona Giştî ya YPS’ê têkîldarî encamên berxwedanên li Nisêbîn û Şirnexê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li Nisêbînê herî kêm 14, li Şirnexê jî 6 tîmên taybet hatine kuştin.

Di daxuyaniya YPS’ê de nasnameyên 3 şervanên ku 24’ê Nîsanê li Nisêbînê jiyana xwe ji dest dane jî hatin eşkerekirin.

Di daxuyaniya Koordînasyona Giştî ya YPS’ê de ev detay cih girtin:            

NISÊBÎN

25’ê Nîsanê li Taxa Koçera dema çete ji aliyê Weysîka ji ser rêya Çaxçaxê dihatin û ketin kolana Kordonê, yekîneyên me bi çekên ferdî çalakî li dar xistin. Li vir yekîneyên me kepçeyek derb kirin û ev kepçe neçar maye vekişe.

27’ê Nîsanê saet 05.00’an dema kepçeyekê hewl da bikeve kolana Kordonê ji aliyê yekîneyên me ve hatiye derbkirin. Di heman rojê saet 16.30’an li ser rêya Çaxçaxê tîmekî taybet ji aliyê yekîneyên me ve hatiye kuştin. Di heman rojê saet 06.00’an dema çeteyan hewl dan li aliyê Weysîka bikevin malekê bi çekên ferdî hatin hedefgirtin, li vir 2 çete hatin kuştin. Li heman cihê ber bi danê êvarî jî dema çete derbasî çeperên xwe dibûn, yekîneyên me çalakî li dar xistin, tîmekî taybet ê jendermeyan li vir hate kuştin.

26’ê Nîsanê saet 06.00’an li parka aliyê Weysîka 2 çete hatin kuştin. Di heman rojê saet 10.30’an dema komek tîmên taybet ên jendermeyan hewl dan bikevin kolana Kordonê bi çekên ferdî hatin hedefgirtin. Têkîldarî mirî û birîndaran agahî nehatin bidestxistin. Di heman cihî de saet 16.30’an çeteyek hate kuştin.

26’ê Nîsanê li Taxa Şehîd Gelhat li aliyê Dibistana Seratayî ya Fatîhê dema tankek diket kolana Kartopûyê bi roketan hate hedefgirtin, tanka ku derb xwar neçar ma vekişe. Bi vê çalakiyê ve 2 tîmên taybet ên jendermeyan hatin kuştin. Heman rojê piştî nîvro saet 13.00’an dema kepçeyekê hewl da bikeve Taxa Şehîd Gelhat çalakiya sabotajê hate lidarxistin. Ev kepçe îmha bû, 2 çeteyên tê de jî hatin kuştin. 27’ê Nîsanê yekîneyên me li Taxa Şehîd Gelhatê tankek derb kirin. Dîsa heman rojê dema hewl dan bikevin kolana Kartopû jî ji aliyê yekîneyên me bi çekên ferdî hatin hedefgirtin. Li vir 3 çete hatin kuştin. Heman demê birîndar jî çêbûne. Dîsa vê rojê, dema kepçeyekê hewl da ji ser rêya Çaxçaxê bikeve taxê bi çekên ferdî hate hedefgirtin. Kepçeya derbe xwar neçar ma vekişe.

Nasnameya endamên  me yên 24’ê Nîsanê di berxwedana li Taxa Alîka de gihiştin şehadetê wiha ne:

 Dilgeş Batman / Yûnûs Bîlmay / Salîha-Salîh /Cihê Jidayikbûnê: Êlih 
 Rustem Mava / Îlyas Turkan / Nûriye-Aydin / Cihê Jidayikbûnê:Êlih 
 Çiyager Sûrûç / Mehmet Polatsoy / Cihê Jidayikbûnê:Pirsûs

ŞIRNEX

27’ê Nîsanê dema çeteyan hewl dan li Taxa Bahçelîevlerê li malekê bi cih bibin ji aliyê yekîneyên me yên YPS’ê çalakiya sabotajê hate lidarxistin. Li vir gelek mirî û birîndar çêbûne. Hêzên wek teqwiye hatin jî hatin hedefgirtin. Qasî hate zelalkirin çeteyek hate kuştin, hejmara mirî û birîndaran ên di encama teqînê de nehate zanîn.

Li Taxa Yenî jî yekîneyên me otobusek kirin hedef. Di encama çalakiya bi çekên ferdî û roketan de otobus îmha bû, detayên encama çalakiyê wê piştre bê ragihandin. Di heman demê de di encama çalakiyan de 4 tîmên taybet ên polîsan jî hatin kuştin.

24’ê Nîsanê tankeke li taxên Bahçelîevler û Yenî dida hate hedefgirtin, di çalakiya bi roketan de çeka tankê hatiye îmhakirin, tanka ku derbe xwar jî vekişiya. Dîsa di encama çalakiyan de tîmekî taybet ê jendermeyan jî hate kuştin.