Li Şirnexê şer û tevgera ambûlansan
Li Şirnexê ku berxwedana xwerêveberiyê di roja 45. de ye, bomberdûman û şer ji duh bi şev heta danê sibehê bi dijwarî dewam kirin. Gelek ambûlans çûn cihê şer. Tevgera hewayî jî dewam dike.
Li Şirnexê ku berxwedana xwerêveberiyê di roja 45. de ye, bomberdûman û şer ji duh bi şev heta danê sibehê bi dijwarî dewam kirin. Gelek ambûlans çûn cihê şer. Tevgera hewayî jî dewam dike.
Li Şirnexê ku berxwedana li dijî êrîşên dewletê di roja 45. de ye, duh tevahiya şevê bi tank, top, obus û hawanan bomberdûman hat kirin. Di bomberdûmana li hemberî taxên Yenî, Bahçelîevler, Îsmetpaşa û Aydinlikevlerê de gelek xanî xera bûn.
AVAHÎ XERA BÛN
Li bajarê ku bi sedan xanî bûn xirbe, 2 avahiyên 5 û 7 qatî yên li taxa Îsmetpaşayê ji ber topbaranê xera bû. Her wiha bi maşînên zirxî bênavber gule li taxan tê reşandin.
ŞERÊ DIJWAR DEWAM DIKE
Hêzên dewleta Tirk tevî bomberdûmanê hewl dan bikevin nava qadên xwerêveberiyê û di navbera wan û hêzên YPS/YPS Jinê de şerekî dijwar derket. Şer bi giranî li taxên Îsmetpaşa, Yenî, Bahçelîevler û Aydinlikevlerê diqewime.
TEVGERA AMBÛLANSAN
Li ser encama şer agahiyeke zelal bi dest neket. Liv û tevgera zêde ya ambûlansan a li bajêr balê dikişîne. Gelek ambûlansên berê xwe dan herêma şer, ji vir jî çûn 23. Fermandariya Jendermeyan a Sînor, ku ji bo tîmên taybet ên Tirk bûye nexweşxane.
Li ser bajêr û herêmên bejahî jî balafirên keşfê yên bêmirov û helîkopter digerin.