YPG'ê cenazeyê leşkerê Rûs ji DAIŞ'ê stend
Cenazeyê leşkerê Rûs ê li Palmîra (Tedmûr) ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hat kuştin, ji aliyê hêzên YPG'ê ve ji destê çeteyan hat derxistin.
Cenazeyê leşkerê Rûs ê li Palmîra (Tedmûr) ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hat kuştin, ji aliyê hêzên YPG'ê ve ji destê çeteyan hat derxistin.
Cenazeyê leşkerê Rûs ê di operasyona 16'ê Sibatê ya stendina Palmîra ji çeteyên DAIŞ'ê hat kuştin, ji aliyê hêzên YPG'ê ve ji destê çeteyan hat derxistin.
Berdevkê YPG'ê Rêdûr Xelîl ev operasyon piştrast kir û anî ziman, li ser daxwaza Rûsan wan bi operasyoneke taybet cenazeyê leşkerê Rûs wergirtine. Xelîl destnîşan kir, ku wan ev operasyon di çarçoveya berpirsyariyeke însanî de pêk anîne.
Xelîl detayên li ser çalakiyê parve nekir.