Çeteyên li Til Rifatê birîndar bûn sewqî Kîlîsê hatin kirin

Di şerê navbera çeteyên qaşo koalîsyona Sûriyeyê û YPG/Ceyş El Siwar ên li Til Rifat, Eyn Deqne, Bilelon, Minix û Biradê bi dehan çete hatin kuştin. Çeteyên birîndar jî ji bo tedawiyê sewqî Kîlîsê hatin kirin.

Çeteyên qaşo koalîsyona Sûriyeyê û ENKS'ê yên pişta xwe dispêrin dewleta Tirk û êrîşî çeperên Ceyş El Siwar û YPG'ê dikin, duh danê sibehê saet di 09:55'an de ji kozikên xwe yên li Şêx Îsa êrîşî çeperên şervanên Ceyş El Siwar û YPG ên li Til Rifat, Eyn Deqne, Bilelon û Minixê kirin.

Şervanên YPG/YPJ û Ceyş El Siwar bersiv dan êrîşan û li ser vê yekê şer derket. Vî şerî heta danê sibehê dewam kir.

Li aliyê din çeteyên qaşo koalîsyona Sûriyeyê û ENKS'ê bi çekên giran êrîşî çeperên YPG/YPJ û Ceyş El Siwar ên li Vîlata Qazî yê 3,5 km li başûrê Ezazê û li rojhilat Efrînê ye.

Êrîşên çeteyan li Til Rifat, Eyn Deqne, Bilelon û Minixê ji aliyê hêzên YPG/YPJ û Ceyş El Siwar ve hatin şikandin.

ÇETEYÊN HATIN KUŞTIN

Di şer de ji aliyê hêzên YPG/YPJ û Ceyş El Siwar ve bi dehan çete hatin kuştin, bi dehan jî birîndar bûn. Navên çend ji çeteyên qaşo koalîsyona Sûriyeyê û ENKS'ê yên li Til Rifat, Eyn Deqne, Bilelon, Minixê hatin kuştin, ev in:

Mihemed Rabi El Nasri, Ebdullah Ehmed Meryemin, Ebdulfettah Heci Qedur, Ammar Hesen El Şex Naif, Eli Ebdo Behlul, Ammar Mihemed Xeyr Berburi, Ele Ebdullah Qedur, Raad Îbrahim Faris, Meccid Osman, Talh Hemşo, Ehmed Mihemed El Decc, Mihemmed Ehmed Hattip, Ammar Ehmed Steyf û Yassir Adil El Dirbes.

BIRÎNDAR ŞANDIN KÎLÎSÊ

Zêdeyî 60 çeteyên li Til Rifat, Eyn Deqne, Bilelon û Minixê birîndar bûn, ji bo bên dermankirin sewqî nexweşxaneyên li Kîlîsê hatin kirin.

Hêjayî gotinê ye, beriya çend rojan roketên komên çete li Kîlîsê ketin û gelek sivîlan jiyana xwe ji dest dan, gelek jî birîndar bûn.