'Ji bo aştî û demokrasiyê em di 1'ê Gulanê de dakevin qadan'
Hevseroka Şaxê 1. a Egîtîm-Sen a Amedê Hava Karahanci bang li hemû hêzên demokrat kir, ku ji bo bilêvkirina daxwazên maf û aştiyê di 1'ê Gulanê de dakevin qadan.
Hevseroka Şaxê 1. a Egîtîm-Sen a Amedê Hava Karahanci bang li hemû hêzên demokrat kir, ku ji bo bilêvkirina daxwazên maf û aştiyê di 1'ê Gulanê de dakevin qadan.
Hevseroka Şaxê 1. a Egîtîm-Sen a Amedê Hava Karahanci bang li hemû hêzên demokrat kir, ku ji bo bilêvkirina daxwazên maf û aştiyê di 1'ê Gulanê de dakevin qadan.
1'ê Gulanê ku li gelek welatên cîhanê weke roja ked û piştevaniyê tê qebûlkirin, li Tirkiyeyê jî her sal ji aliyê hêzên kedê ve weke cejna karkeran tê pîrozkirin. Li Kurdistan û Tirkiyeyê wê îsal bi pêşengiya platforma kedê 1'ê Gulanê bê pîrozkirin. Amadekariyên ji bo van pîrozbahiyan temam bûne.
Hevseroka Şaxê 1. a Egîtîm-Sen a Amedê Hava Karahanci da xuyakirin, ku ji ber bidawîkirina pêvajoya diyalog û muzakereyê divê 1'ê Gulanê ji her demê bêhtir bi daxwazeke mezin a aştiyê were pîrozkirin. Karahanci got, "Weke civak û welat em di nava pevajoyeke zehmet de ne. Zexta li hemû beşên civakê tê kirin, li qada kedê jî dewam dike. Di vê dema dawî de, ji bo em li dijî şer daxwazên xwe bilêv bikin, me gelek çalakî û grev pêk anîn. Ji ber vê yekê, wezaretên sendîkayên me pê ve girêdayî ne, hem li hemberî sendîkayên me hem jî li hemberî endamên me bi sedan lêpirsîn da destpêkirin. Tevî van hemû astengiyan jî, ji bo daxwazên xwe yên maf û aştiyê me têkoşîna xwe dewam kirin. Lê belê lêdan, birîndarkirin, binçavkirin, girtin û pêkanînên di asta mirinê de li herêmên şer lê diqewimin hatin kirin, gel xistiye nava tirs û fikaran. Belê, dibe ku dîroka Kurdistanê bi gelek mînakên wehşetê dagirtiye, lê belê bûyerên di dema dawî de qewimîn, rewşeke welê giran afirand ku bi sedan salan wê ji bîra me neçe. Bêguman vê yekê bandor li çalakiyên sendîkayan jî kir. Sendîkayan nikarîbûn çalakiyên girseyî pêk bînin. Mîtînga Platforma Kedê ya 10'ê Cotmehê bi komkujiyekê qediya û di encama vê komkujiyê de zêdeyî sed mirovên me jiyana xwe ji dest dan. Ji ber van hemûyan, her çend coşa me kêm kir jî, em ê di çarçoveya rol û mîsyona xwe de gel û kedkaran bigihînin hev û daxwazên aştiyê her bilêv bikin."
Karahanci da xuyakirin, ku Komîteya Amadekar a ji 4 pêkhateyên Platforma Kedê DÎSK, KESK, Odeya Tabîban a Amedê û TMMOB'ê pêk tê, destûrên di vî warî de pêwîst wergirtiye û diyar kir, roja 1'ê Gulanê saet di 13:00 de li Meydana Stasyonê (5 Hazîran) wê pîrozbahî bê lidarxistin.
Karahanci bang li hemû demokratan kir ku di 1'ê Gulanê de dakevin qadan û got, "Li gorî me, 1'ê Gulanê hem ji bo bilêvkirina daxwazên bingehîn hem jî bilêvkirina daxwaza aştiyê şensek e. Di vê çarçoveyê de em bang li her kesî dikin ku 1'ê Gulanê de dakevin qadan û dengê xwe bilind bikin."