Ji lîstikvanê Amedsporê Denîz Nakî kampanya ji bo Sûrê
Lîstikvanê Amed Sporê Denîz Nakî dest bi kampanyayekê kir û dixwaze bi firotina formayên tîma xwe ji bo hevkariya bi xelkê Sûrê re hin alîkariyan bike.
Lîstikvanê Amed Sporê Denîz Nakî dest bi kampanyayekê kir û dixwaze bi firotina formayên tîma xwe ji bo hevkariya bi xelkê Sûrê re hin alîkariyan bike.
Lîstikvanê Amed Sporê Denîz Nakî îro hat serdana şaredariya Sûrê û ji bo hevkariya bi xelkên Sûrê re dest bi kampanyayeke hêja kir. Lîstikvanê Amed Sporê Denîz Nakî dixwaze bi firotina formayên tîma xwe ji bo hevkariya bi xelkê Sûrê re hin alîkariyan bike.
Nakî ji aliyê wekîlên Hevşaredarên Sûrê Azîze Deger Kûtlû û Izettîn Candan û alîkarên hevşaredaran ve hate pêşwazîkirin.
Di destpêkê de Denîz Nakî behsa vê kampanyaya ji bo hevkariya bi xelkên Sûrê re kir û wiha got: "Piştî çend hefteyan ew ê li gelek bajarên mezin ên Ewropayê vê kampanyayê bide meşandin. Niha jî me bi xwe re ji we re jî çend formayên Amedsporê anîne û em dixwazin hûn jî bi kirîna formayan tevlî vê kampanyayê bibin."
Piştî axaftina Nakî hevşaredaran jî spasiya wî kir ji bo vê kampanyaya hêja û serketin jê re xwestin. Her wiha rêveberên şaredariyê yên ku li wir amade bûn her yek ji wan formayek kirî ku bibe wekî starta vê kampanyayê.
Hêjayî gotinê ye ku tîma Amedê Amedspor û bi taybetî lîstikvanê wê Denîz Nakî di demên dawî de rastî kampanyayeke reşkirinê hatibû û li ser daxwaza wî ya ji bo aştiyê lêpirsîn der barê wî de hatibû kirin.
Her wiha beriya çend rojan di 19'ê Nîsanê de li Enqereyê di dema lîstîka Amedspor û Ankaragucu de ku bi serketina Amedsporê bi dawî bû, rêveberê Amedsporê rastî êrîşên nijadperest hatibûn.