Li Qilaban û Çelê çalakî

HPG’ê têkildarî operasyonên li Amed û Bedlîsê agahî dan. Di daxuyaniyê hate diyarkirin ku gerîlayekî ku li Bedlîsê bi birîndarî ketibû destê artêşa TC’yê, ji aliyê leşkerên Tirk ve hatiye qetilkirin.

Navenda Ragihadin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku hêzên gerîla li sînorê Qilaban û Çelê çalakî li dar xistine.

HPG’ê têkildarî operasyonên li Amed û Bedlîsê agahî dan. Di daxuyaniyê hate diyarkirin ku gerîlayekî ku li Bedlîsê bi birîndarî ketibû destê artêşa TC’yê, ji aliyê leşkerên Tirk ve hatiye qetilkirin.

Navenda Ragihadin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyan ev agahî parve kirin:

LI QILABANÊ ÇALAKÎ

27’ê Nîsanê saet 16:00’an de hêzên gerîlayên me li hember leşkerên TC yên ku li derdora Girê Kûroşîno yê li ser sînorê Navçeya Qilaban a Şirnexê, çalakiyek a sabotajê li dar xistin. Di vê çalakiyê de 4 leşker hatin kuştin û 3 leşker jî birîndar bûn.

LI AMEDÊ OPERASYON

25’ê Nîsanê artêşa Tirk li herêma gundê Gezan, Karxê, Markê û Qiledar ê girdayî navçeya Licê ya Amedê dest bi operasyonê kirine. Ev operasyon 27’ê Nîsanê bi awayekî bêenecam vekişiyaye.

LI ÇELÊ ÇALAKÎ

27’ê Nîsanê saet 13:30’an de hêzên gerîlayên me li hember qereqola Erîş a li ser sînorê Çelê ya Colemêrgê bi çekên giran çalakiyek li dar xistine. Di çalakiyê de avahiya qereqolê ya ku hatibû hedefgirtin hate derbkirin.

LI BEDLÎSÊ OPERASYON

30’ê Adarê artêşa TC li bejahiya Mûtkê a Bedlîsê dest bi operasyonê kiribû. Di şerên di operasyonê de hevriyê me Bedran bi awayekî birîndar dikeve destê artêşa TC’ê. Hevriyê me Bedaran piştî dikeve destê dijmin bi êşkenceyê ji aliyê artêşa TC ve tê qetilkirin.”