Çeteyên Qesrê li Geverê hilweşandinê didomînin
Li Geverê ya gotin ku “operasyon lê bi dawî bû”, di serdegirtinên malan ên bi tank û wesayîtên zirxî de, di bin navê “xebatên lêgerîn-lêkolînê” hilweşandin tê domandin.

Li navçeya Gever a Colemêrgê ya di bin terora dewletê de ye, bi tank û wesayîtên zirxî yên bi alên Tirkan ve 3 roj berê ketin Taxa Yenî, serdegirtinên malan didomînin. Li taxa nêzî 7 hezar kesî dimînin, hêzên çekdar ên rejîma AKP’ê derî û û alavên gelek malan şkandin. Li Balafirgeha Selahattîn Eyyûbî, rêya Oremarê û Cadeya Îpekyolûyê jî tank hatine bicihkirin.
Her wiha li taxên Cûmhûriyet, Gungor, Mezarlik, Eskî Kişla, Esentepe û Ormanê jî di bin navê “xebatên lêgerîn-lêkolînê” de talan û hilweşandin didome. Gelek malên bi hinceta lêgerînê avêtin ser şewitandin, hate ragihandin ku li hin malan jî kelûpelên bi nirx hatine talankirin.