Cenazeyê Erdal Kar li Cizîrê hate oxirkirin

Cenazeyê welatiyê bi navê Erdal Kar ê ku di jêrzemîna Cizîrê de jiyana xwe ji dest dabû û heta demek dirêj nasnameya wî diyar nebibû, li Cizîrê bi awayekî girseyî hate oxirkirin.

Cenazeyê welatiyê bi navê Erdal Kar ê ku di jêrzemîna Cizîrê de jiyana xwe ji dest dabû û heta demek dirêj nasnameya wî diyar nebibû, li Cizîrê bi awayekî girseyî hate oxirkirin.

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê piştî dorpêça hêzên dewletê ya 79 rojan, hêzên dewlete di jêrzemînan de komkujî pêk anîbûn û zêdeyi sed welatî qetil kiribûn. Cenazeyên welatiyên di jêrzemînan de hatin qetilkirin, li Riha, Dîlok, Qoser û Silopyayê hatibûn rawestandin. Cenazeyê welatiyê bi navê Erdal Kar ê ku di jêrzemînê de hatibû qetilkirin, nasnameya wî li Morga Deriyê Sînor ê Xabûrê nû hate diyarkirin. Piştî nasnameya cenazeyê Kar (23) diyar bû û şûnde, malbatê cenazeyê Kar ji Goristana Asrî ya Silopiyayê derxistin û li Cizîrê bi awayekî girseyî defin kirin. Cenazeyê Kar li Goristana Taxa Yafesê hate definkirin.

 

...