'Li başûrê Mexmûrê 200 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin'

Li gorî daxuyaniya artêşa Iraqê, di operasyona duh a li navçeya Mûsil Mexmûrê de gundek hat azadkirin, 200 çeteyên DAIŞ'ê jî hatin kuştin.

Fermandariya Operasyona Rizgarkirina Mûsilê, li ser operasyona li başûr û bakurê navçeya Mûsil Mexmûrê hat destpêkirin, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Fermandariyê diyar kir, operasyona li hemberî gundê Mehane yê li başûrê Mexmûrê duh saet di 06:00 de destpê kir û saet di 12:00 de gundê Mehane bi temamî ji çeteyên DAIŞ'ê hat paqijkirin, di çarçoveya operasyonê de 200 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin.

Hat ragihandin, 4 wesayîtên bombebarkirî û 5 qaîdeyên katûşa yên çeteyên DAIŞ'ê hatine îmhakirin. Di daxuyaniya Fermandariya Operasyona Rizgarkirina Mûsilê de hat gotin, balafirên kaolîsyonê jî ji jorê ve destek dane û depoyên cebilxaneya DAIŞ'ê ya li gundên Hecî Elî û Kibrûk ên li nêzî gundê Mehane hatine rûxandin.