Dewleta Tirk 2 tank da çeteyan!
Ceyş El Siwar (Artêşa Şoreşgeran) da xuyakirin ku desteka dewleta Tirk a ji bo çeteyan dewam dike; 2 tank teslîmî çeteyên Tûgaya Sûltan Mûrat hatine kirin.
Ceyş El Siwar (Artêşa Şoreşgeran) da xuyakirin ku desteka dewleta Tirk a ji bo çeteyan dewam dike; 2 tank teslîmî çeteyên Tûgaya Sûltan Mûrat hatine kirin.
Fermandariya Artêşa Şoreşgeran der barê desteka Tirkiye ya ji komên çete re û êrîşên wan ên li dijî nuqteyên hêzên Artêşa Şoreşgeran, daxuyaniyek da raya giştî.
Di destpêka daxuyaniyê de hat gotin ku Tirkiyeyê 2 tank radestî çeteyên Sûltan Mûrat kirin û ev tişt hatin gotin: "Li gorî agahiyên ku ji me re hatine, Tirkiye beriya du rojan (roja Sêşemê) di ser Kilîsê re 2 tank dane çeteyên Sûltan Mûrat. Çeteyên Sûltan Mûrat jî ev tank xistin destê koma bi navê Ceyîş El-Sunne ya girêdayî terorîstên Ehrar El-Şam. Ev tank jî şûna ku şerê li hemberî DAIŞ’ê bikin berê xwe dan nuqteyên hêzên me yên li Til Rifat."
Artêşa Şoreşgeran di daxuyaniya xwe de kiryarên Dewleta Tirk a ku destek dide komên çete, şermezar kir û got ku ev kiryarên dijminane ne.
Di berdewamiya daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: "Tirkiye weke dewleteke cîran, li şûna ku alîkar be û nehêle ku çeteyên weke Ehrar El-Şam û DAIŞ’ê pêş bikevin, ew destek dide wan ku li hember hêzên nerm şer bikin û êrîşan pêk bînin.
Hêzên me heta niha ji ber ku rewşa sivîlên li Ezazê û Marî di ber çavan re derbas dike, li hemberî êrîşên komn terorîst tenê di rewşa xweparastinê de ye.
Lê belê eger ev êrîşên çeteyan careke din dubare bibin, em ê korîdorekê ji Marî û Ezazê ber bi herêmên bi ewle ve, vekin û em ê ji rizgarkirina van herdu bajaran gav paşve navêjin. Bi taybet jî piştî ku ev kom li hemberî pêşketina DAIŞ’ê bi bin ketin."
Artêşa Şoreşgeran di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku dewleta Tirk bi destekdayîna xwe ya ji çeteyan re bandorê li Şoreşa Sûriyê dike û wiha domand: "Dewleta Tirk bi vê destekdayîna xwe ya ji van çeteyan re, bandorê li herêmên Şehbayê, gelên Sûriyê û tevahiya Şoreşa Sûriyê dikin. Sînorê Tirkiyê niha ji bo çeteyên ji hemû deverên cîhanê re bûye riyeke bi ewle."
Di dawiya daxuyaniyê de Artêşa Şoreşgeran bang li hemû sazî û rêxistinên navneteweyî, Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî û gelê Tirkiyeyê kir ku zextê li hikûmeta Tirkiyeyê bike, da ku destekdayîna xwe ya ji çeteyan re bi dawî bike û nehêle ku çete di sînorê wê re derbasî Sûriyê bibin. Her wiha hat xwestin ku ev hêzên êrîşakar ên weke El-Nusra û yên ku pê re dibin alîkar, bixin lîsteya terorê.