Li Xurmatûyê lihevkirin pêk hat
Piştî şerên li Xurmatûyê aliyên şer li hev kirin.
Piştî şerên li Xurmatûyê aliyên şer li hev kirin.
Ji bo li navçeya Xurmatû şer bi dawî bibin, îro li bajêr civînek pêk hat. Di civînê de Waliyê Kerkûkê Necmeddîn Kerîm, Berpirsiyarê Heşdî El Şebî Hadî Kerîm û Fermandarên Hêzên Peşmerge û Heşdî El Şebî jî beşdar bûn.
Li Xurmatû di civîna li Tugaya 16’emîn hate lidarxistin de, aliyan li hev kirin. Di civînê de madeyên ku li hev kirine wiha ne:
“1- Hêzên Peşmerge û Heşdî El Şebî wê ji navenda bajarê Xurmatûyê derkevin.
2- Asayîşa Bajêr wê ji polîsên her du aliyan pêk bên û ewlekariyê bi cih bînin.
3- Wê ketin û derketina bajêr bê vekirin; wê gel werin malên xwe.
4- Ji bo kesên ku di şer de ziyan dîtine wê tazmînat bê dayîn.”