Hevşaredarê Erdîşê Çagan hat binçavkirin
Operasyonên qirkirina siyasî yên li hemberî Şaredariyên DBP'yî didomin. Herî dawî Hevşaredarê Erdîş a Wanê Abdurrahman Çagan hat binçavkirin.
Operasyonên qirkirina siyasî yên li hemberî Şaredariyên DBP'yî didomin. Herî dawî Hevşaredarê Erdîş a Wanê Abdurrahman Çagan hat binçavkirin.
Hevşaredarê Erdîşê Abdurrahman Çagan, ku ji ber tevlî daxuyaniya çapemeniyê ya 12'ê Cotmeha 2015'an bû têkildarî wî biryara girtinê hebû, duh bi şev li ser rêya taxa Yûkari Işikli di wesayîta xwe de hat binçavkirin.
Çagan bi îdîaya "hewl daye yekîtiya dewletê û yekparebûna welêt xera bike" hat binçavkirin. Piştî wergirtina îfadeya wî li Fermandariya Jendermeyan a Navçeyê, tê payîn îro sewqî dozgeriyê bê kirin.