Gerîlayê HPG’ê Polat û Akgobek bi awayekî girseyî hatin oxirkirin

Muslum Akgobek ê li navçeya Hezexê jiyana xwe ji dest dabû, li navçeya Pirsûsê, geriîlayê HPG'ê Umut Polat jî li navçeya Gîyadînê ya Agirî bi girseyî hatın oxirkirin.

Malbata Muslum Akgobek ê ku li navçeya Hezexê jiyana xwe ji dest dabû, piştî testa DNA'yê, cenaze ji Mêrdînê wergirtin û li navçeya Pirsûsê defin kirin. Malbata gerîlayê HPG'ê Umut Polat jî cenazeyê kurê xwe li navçeya Gîyadînê ya Agirî bi girseyî spartin axê.

Li navçeya Hezexê ya Şirnexê di êrîşên hêzên dewleta Tirk ên bi tank û topan de ciwanê bi navê Muslum Akgobek jiyana xwe ji dest dabû û cenazeyê wî li Mêrdînê hatibû definkirin. Piştî testa DNA'yê ya, malbatê cenaze wergirtin û ber bi navçeya Bêlqisê ya Dîlokê ketin rê. Lê Waliyê Dîlokê, Qeymeqamê Bêlqîsê û Şaredarê Bajarê Mezin bi hev re biryar girtin ku cenaze li Bêlqîsê neyê definkirin û destûr nedan ku malbat cenaze defin bike. Malbatê li ser helwesta dewletê, cenazeyê Akgobek dîsa vegerandin û li navçeya Pirsûsê ya Rihayê defin kirin. Di merasimê de endam û rêveberên MEYA-DER, HDP û DBP'e yên Riha û Dîlokê amade bûn. Bi hezaran kesan cenaze bi dirûşman û tilîliyan defin kirin.

Bi sedan kesan cenaze li Taxa Elîgorê pêşwazî kirin û birin li Şehîtgeha Pirsûsê defin kirin. Di merasimê de dirûşmên "Ey Şehîd Xwîna Te Li Erdê Namîne", "Bijî Berxwedana YPS'ê" û "Şehîd Namirin" berz kirin. Di merasimê de Hevserokê MEYA-DER'ê yê Dîlokê Osman Akdogan, anî ziman ku helwesta dewletê ya li hemberî cenazeyan zilm e û ev zilm nayê qebûlkirin. Akdogan, anî ziman ku ew ê soza Mehmet Tunç pêk bînin û serî natewînin.

Sersaxiyê wê li Taxa Karşiyaka bê qebûlkirin.

CENAZEYÊ GERÎLAYÊ HPG'Ê POLAT JÎ ŞANDIN WARÊ WÎ GIYADÎNÊ

Gerîlayê HPG'ê Umut Polat (Welat Ararat) ê li navçeya Kaxizmanê ya Qersê di şer de jiyana xwe ji dest da jî bi girseyî li navçeya Gîyadînê ya Agiriyê defin kirin. Malbata Polat cenaze ji saziya tipa edlî ya Erziromê wergirtin û birin navçeya Gîyadînê û cenaze bi awayekî girseyî defin kirin. Di merasima cenaze de wekîla HDP'ê Dirayet Taşdemir ji di navde bi sedan kes amade bûn. Di merasimê de bênavber dirûşmên "PKK Tolhildan" û "Şehîd Namirin" qêrîyan û birin goristana şaredariyê. Di merasima Polat de wekîla HDP'ê Taşdemir, diyar kir ku Serokkomarê Tirk Erdogan li ser xwîna ciwanên Kurd hesabê Serokdewletiyê dike, lê ew ê bi têkoşîna xwe vê lîstika wî ya qirêj pûç bikin.

Girse, piştî merasimê ji bo sersaxiyê derbasi mala Polat bûn.