Nameyên ji nava paketên alîkariyê yên ji Cizîrê re hatin şandin derketin

Nameyên ji nava paketên alîkariyê yên ji bo Cizîrê hatin şandin derketin, nîşan didin ku Kurd çiqasî bi hesreta welat in û bi dostan piştgiriya hev dikin.

Nameyên ji nava paketên alîkariyê yên ji bo Cizîrê hatin şandin derketin, nîşan didin ku Kurd çiqasî bi hesreta welat in û bi dostan piştgiriya hev dikin.

Ji bo gelê Cizîrê yê li dijî êrîşên hêzên dewletê 79 rojan li ber xwe da, ji gelek herêmên Tirkiyeyê alîkarî tê. Ji nava van paketên alîkariyê jî nameyên piştgiriyê derdikevin. Du nameyên ji nava paketa alîkariyê ya ji Stenbolê hat şandin derket, hesreta Kurdan a ji bo welêt û desteka ji bo gelên li dijî polîtîka şer li ber xwe didin, hat nîşandan.

Yek ji van nameyan ji aliyê dayikekê ve hatiye nivîsandin û bi vî rengî ye:

"Ez jî dayikek im. Nizanim gelo min ji bo we çi kir! Dema we li wir li ber xwe didan, nizanim min çi kir! Min efû bikin. Min dixwest gelek tiştan bikim, lê... Li vê derê heta ji destê min tê ez hewl didim destekê bidim we. Hûn jinên bi rûmet û bêtirs ên Kurdistanê ne. Ez jî hêzê ji we digirim. Nebêjin qey em li vir rehet in; her roj em diqehrin. Bedena min ne bi we re ye, lê dilê min bi we re ye. Ji ber ku nekarîm bêm Cizîrê, ez gelekî dêşim. Dil dixwaze gelek tiştan ji we re binivîsîne, lê nabe. Heta ku neyêm Cizîrê, heta ku we hembêz nekim, li vê derê dilê min her birîndar e û xwîn jê tê. Ez li pêşberî berxwedana we bi rêzdarî bejna xwe ditewînim. Hezar silav ji jin û zarokên Cizîrê re. Em ê bi berxwedanê bi ser kevin."

Nameyeke din jî wiha ye:

"Merheba, ez li Stenbolê dimînim. Ez ê ji bo we li vê derê têbikoşim û heta ji destê min ez ê zêdetir bixebitim. Hûn rûmeta me ne. Xeman nexun, rojên gelekî bedew li pêşiya me ne û ji bo dîtina wan rojên bedew divê hemû zarokên Kurd ên bi rûmet li ber xwe bidin. Em li vir, hûn li Kurdistanê; em ê li ber xwe bidin û înşaleh em ê wan rojên xweş bibînin. Şer wê biqede, aştî wê bê. Bijî Aştî, bijî Zarok."