Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Hesass hat veşartin

Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Vedat Hesass (Zagros Cûdî) bi merasîmekê hat veşartin.

Ji bo gerîlayê HPG'ê Vedat Hesass (Zagros Cûdî), ku di şerê 15'ê Nîsanê yê li navçeya Amed Farqînê jiyana xwe ji dest da, li Wanê merasîmeke hat lidarxistin. Cenaze ji morga Akkopru hat wergirtin û bi konvoyeke ji wesayîtan anîn Yenîmahaleyê. Cenazeyê Hesass li pêşiya taxê bi qîrîna dirûşma "Ey şehîd xwîna te li erdê namîne" hat pêşwazîkrin. Girseya gel darbesta cenaze hilgirt ser milan û bi qîrîna dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Şehîd namirin" bir Şehîdgeha Yenîmahale.

Di merasîmê de rêveberên HDP û DBP'ê yên Bajêr, rêveberên MEYA-DER'ê û endamên Însiyatîfa Dayikên Aştiyê jî amade bûn. Li dû bicihanîna wecîbeyên olî cenazeyê Hesass li ber dua û tilîliyan hat veşartin.

Dûre ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê deqeyek rêz hat girtin. Hevseroka MEYA-DER'ê Nerîman Ûrar li vir peyivî û bang li gelê Kurd kir ku xwedî li zarokên xwe derkeve.

Alîkarê Hevserokên DBP'ê ya Wanê Metîn Kûtaz jî got, "Em xemgîn in lê serbilind in. Gelê Kurd ev 5 hezar sal in têdikoşe. Êrîşî kesî nekiriye, lê serî li ber kesî jî netwandiye."

Piştî axaftinan girseya gel sersaxî ji malbatê re xwest.